Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Nurettîn Canîklî der heqê êrîşa li ser Navenda Giştî ya HDPê de wiha got: "Ji aliyekê ve hewl didin ku van feliyetan zêde bikin û bidin nîşan ku kêmasiya ewlehiyê heye, ji aliyekê din ve dibe ku armanceke 'Gelo pêkan e ku piştgiriya HDPê were kirin" hebe. Jixwe di bûyerên bi vî rengî de her tim gelek armanc hene. Yanî dixwazin bi karekê dû tiştan dest bixin. Ev hedef her tim tê raçavkirin."
Canîklî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got nêzî hilbijartinê dixwazin hin çalakiyan bikin ku encama hilbijartinê biguherînin, çalakiyên bi vî rengî berê jî hatibûn kirin.
Hin hêl dixwazin HDP ji bendê derbas bibe, ji bo vê jî hewl didin HDPê mesûm û şirîn bidin nîşan. Canîklî wiha axivî:
"Di van demên dawiyê de gelek kes ji bo ku HDP ji bendê derbas bibe, HDPê mesûm û şirîn didin nîşan. Em dibînin ku ev hewl û xîret tên dayîn. Medyaya paralel di serî de em dibînin ku gelek kes bi rêxistinî hewl didin ku HDP ji bendavê derbas bibe. Ev hewl di eslê xwe de wek tevgera zarokane ye lê em dibînin ku hewlek tê dayîn."
Canîklî got ku berê jî rê û rêbazên wiha hatin ceribandin û hikûmet û gel di vê mijarê de bi tecrube ne.
Wezîr Canîklî daxuyand ku beriya hilbijartinê îhtimal e ku li dijî encama hilbijartinê çalakî werin kirin.