Here naveroka bingehîn
logo
logo
  • ROJEV
  • JIYAN
  • DINYA
  • ÇAND Û HUNER
  • SPOR
Türkçe
English
BHSC
Pусский
Français
العربية
Kurdî
کوردی
Shqip
فارسی
македонски
Bahasa Indonesia
Español
Polîtîka

Davutoglu ligel nûnerên welatiyên roman re hat bal hev

Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Çi serqot, sergirtî û çi jî roman û hemû aliyên din, tirk, kurd, sunnî û elewî em hemû xwîşk û bira ne.
19 Nîsan 2015
Davutoglu ligel nûnerên welatiyên roman re hat bal hev
ÎSTANBÛL
 
 Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Çi serqot, sergirtî û çi jî roman û hemû aliyên din, tirk, kurd, sunnî û elewî em hemû xwîşk û bira ne. Em hemû unsûrên eslî ne. Heke ku cudakeriyeke bi vî rengî biqewime, ez soz didim we, ezê li hemberê cudakerî û miemeleyên xirab li Serokwezîrtiyê mekanîzmayekê ava bikim û ezê bi we re îstişare bikim û birayekî me yê roman ji we re wekî şêwirmend bigrim."

Serokwezîr Davutoglu li ofîsa xebatê ya Dolmabahçeyê ligel rîspî û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl (SCS) ên roman re hat bal hev. Di civînê de Davutoglu bi bîr xist dema ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan devê dosyeya Dêrsimê vekir û li ser navê dewletê ji welatiyên xwe lêborîn xwest, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu derneket û tiştek negot.

Davutoglu destnîşan kir ku rûmeta mirovan ji bo wan pir gîrîng e û wiha pê de çû:

"Dema ku ez çûm Dêrsimê jî min heman tişt gotin. Muhîm nîne ku raya xwe bidin me an na. Ji bo me tenê meseleyek heye. Ew jî rûmeta mirovî ya welatiyên me ye. Însan, ji ber ku jixweber mirov e xwedî rûmet e, eşrefê mexlûqatê ye. Dema ku em li wê dinêrin, nexasim dema ku meriv li çavên dilovan û tije mihebet yên mîna we dinêre, meriv tenê rûmetê tê de dibîne. Em bi tu hawî destûrê nadin cudakeriyê. Niha ez bang dikim. Di komîsyonê de jî mijara ku li hember derdikevin ev e. Mesele ne ew e ku meriv ji wan namezedekî an du namzedan nîşan bide, wan têxe nava lîsteyê. Mesele ew e ku meriv dilê wan xweş û geş bike. Mesele ne ew e ku ji wan namzed bikevin lîsteyê, mesele ew e ku meriv dilê romanan xweş bike. Me ev tişt kir, me dilê romanan xweş kir."

related_topics:
TirksunniKurdElewî
news_share

news_share_descriptionsubscription_contact

subscription
logo

Reporting the Changing World

next-sosyalX/TwitterFacebookYouTubeInstagram

SAZÛMANÎ

  • dîrokçe
  • kûnye
  • pergala birêvebirina kalîteyê
  • prensîbên weşanê
  • polîtîkayên çapemeniya civakî
  • Polîtîkaya Veşartîbûn û Çerezan
  • Polîtîkaya Agahdarkirinê
  • RSS

PEYWENDÎ

  • Ragihandin
  • daxwazên abonetiyê

Anadolu Ajansı © 2026

Google PlayApp Store
Nûçeya berê
Nûçeya paşê
Nûçeya berê
'Koalîsyon kabûs e'

'Koalîsyon kabûs e'

Nûçeya paşê

Hewl didin ku HDPê mesûm nîşan bidin

Hewl didin ku HDPê mesûm nîşan bidin

NÛÇEYÊN DAWÎ

Netanyahuyê ku di anketan da paş ketiye kampanyaya xwe ya hilbijartinê ji ser dijberiya Tirkiyeyê dimeşîne

Partiya Gelecekê hat fesixkirin

Amed Sportîf Fealiyetler amadehiyên pêşbirka Kocaelîsporê domand

Li derdora Gola Masiyan ya li Şanliurfayê dawiya hefteyê qerebalixî heye

Li Qersê dirûna ceh dest pê kir

Amerîkayê îdiayên Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu yên li ser êrîşa Ebû Zuhurê derewand

Tîma Futbolê ya Jinan ya Yuksekovasporê di demsala nû da armanc dike ku derkeve rêza yekem

Hemûyê bibîne

NÛÇEYÊN TÊKILDAR

"Birayên me yên kurd zirarê dibînin"

"Birayên me yên kurd zirarê dibînin"

Tirkman û kurd dê bi hev re tevbigerin

Tirkman û kurd dê bi hev re tevbigerin

Kurdên ji Sûriyeyê yên xwe spartine Tirkiyeyê

Kurdên ji Sûriyeyê yên xwe spartine Tirkiyeyê

Bi hatina Barzanî li Ermenîstanê rewşa kurdan guherî

Bi hatina Barzanî li Ermenîstanê rewşa kurdan guherî

Ji ber şer, şal û şapik zêde nayên firotin

Ji ber şer, şal û şapik zêde nayên firotin

10 hezar kurd di konbajarê de dimînin

10 hezar kurd di konbajarê de dimînin

Pirsgirêka kurdan li ser Tirkiyeyê barekî giran e

Pirsgirêka kurdan li ser Tirkiyeyê barekî giran e

Kurd vedigerin Kobanêyê

Kurd vedigerin Kobanêyê

Li Îranê 6 kurdên sunî hatin dardekirin

Li Îranê 6 kurdên sunî hatin dardekirin

Pêvajoya çareseriyê êdî malê gel e

Pêvajoya çareseriyê êdî malê gel e