Abdullah Tel
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
ANKARA
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir bi saya hewlên Tirkiye û Îranê ev du sal in ku li Sûriyeyê rageşî piçekî kêm bûye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zerîf beşdarî organîzasyoneke li Meşhedê hat lidarxistin bû û di xeberdana xwe da bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê pêk tên.
Zerîf got ku li dinyayê pêvajoya guherîneke mezin heye û ew welatên xwedî gelek hêz in wekî berê nikarin bi tena serê xwe biryarê bidin û wiha pêda çû: "Êdî ew dewra ku komekê li ser navê koma din biryarê dida, qediya."
Di axaftina xwe da Zerîf bal kişand ser polîtîkaya welatên rojava ku ji bo Sûriyeyê disepandin û ragihand ku hewlên wan welatan badilhewa çûn lê bi saya hewl û xebatê Tirkiye û Îranê li Sûriyeyê tansiyon daket.
Li gor xebera Tesnîm a ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Zerîf wiha dewam kir: "Ji welatên rojavayê wezîrekî karên derva yê berê di civînekî da xwest ku li Sûriyeyê agirbestê îlan bike lê hefteyek bi şûn va hat dîtin ku agirbest bi ser neket. Li ser vê me bi Tirkiyeyê ra li Qazaxistanê (peymana Astanayê) li hev kir. Bi saya vê peymanê li Sûriyeyê ev du sal e ku rageşî pişekî kêm bû. Ez hêvî dikim ev pêvajo dewam bike."