Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş di Komcivîna Koma TBMMyê ya HDPyê de axivî û pirsên rojnamevanan bersivand.
Demirtaş behsa niqaşên çekberdanê kir û wiha axivî: "Di pêvajoya çareseriyê de niqaşên çekberdanê tên kirin. Lê hikûmet divê wezifeya xwe ya ku ji 10 madeyan pêk tê bîne cih. Te bêjî ev 10 made tune nin. Hikûmet wisa tevdigere. Li Îmraliyê li ser wan xalan hat axaftin. Çima Serokwezîr behsa vê nake? Heke li ser van 10 madeyan li hevkirin çêbibe, di demeke kurt de ji bo çekberdanê dê gav bên avêtin. Lê hikûmet wek ku ev 10 made tune tevdigere. Yên ku li ser navê hikûmetê dinîvîsin û diaxivin jî behsa van 10 madeyan nakin."
Demirtaş got ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û dixwazin ku bi awayekî baş û bêpirsgirêk bigîhîjin ancamê û wiha dewam kir: "Dev ji çekan berdan jî di nav de, em dixwazin bigîhijin armanc û hedefan"
Demirtaş rexne li hikûmetê kir û got ku him hewl didin Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî di qanûnê de bi cih bikin û him jî pêvajoya çareseriyê didomînin.
Demirtaş wiha axivî: "Paket ne bi tenê pêvajoya çareseriyê, aştiya civakê jî xirab dike. Bandoreke neyînî li ser pêvajoya çareseriyê dike. Cihê ku muxalefet tê perciqandin, tu kes nikare behsa aştiyê bike."
Li ser pirsa "10 madeyên Îmraliyê çi ne?" Demirtaş got ku piştî ku heyeta Îmraliyê ya HDPyê di rojên pêş me de bi hurgilî agahî dan, ew ancax wê demê dikare van madeyan eşkere bike.
Demirtaş wiha axivî: "Ev made der barê azadiyê, demokrasiyê, aştiyê û gavên ku divê ji bo van bên avêtin de ne. Heke pir dixwazin bila ew bi xwe eşkere bikin. Ocalan dibêje ku 'em li ser van 10 madeyan li hev bikin em ê heman çi hewce dike bikin'. Made ne tiştên suprîz in."