Elif Orhan
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Ekrem Îmamoglu: "Berî her tiştê ev hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya ku em îro di 23yê hezîranê da kir û helbet yek ji îfadeyên herî girîng ên vê hilbijartina watedar jî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo pêvajoya demokrasiyê bû. Bi herdu wesfê xwe va bila ji welatê me ra û Stenbola me ya bajarê dinyayê ra encamên hilbijartina îro bila bi xêr bin, bibe wesîleya xêrê."
"Ez spasiyên xwe ji gelê me ra, ji hemşehriyên xwe yên Stenbolî ra dişînim. We li ber çavê hemû dinyayê îtibara demokrasiya Tirkiyeyê parast û rastiya meseleyê hînê welatê dinyayê yên hewl didan ku Tirkiyeyê bişibînin hin welatên li erdnîgariya nêz kir. Hûn wek gel xwedî li kevneşopiya me ya ku ji sedsalî derbas dibe derketin, spas hemşehriyên me yên Stenbolî."