Önder Beyter
18 Hezîran 2019•Rojanekirin: 19 Hezîran 2019
Di daxuyaniya Dadgeha Bilind a der heqê îdiayên Namzedê CHPyê yê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu da wiha hat gotin, "Berî her tiştî, mîna ku tê îdiakirin di raporên kontrolê da nirxandineke wisa tuneye ku bi destê ÎBByê bo saziyên civaka sivîl alîkarî hatiye kirin."
Di daxuyaniya nivîskî ya Dadgeha Bilind da hat destnîşankirin ku Îmamoglu di bernameya têlevîzyonê ku 16ê Hezîrana 2019an bi rê va çû da û ji ser hesabê xwe yê Twitterê ra raporên Dadgeha Bilind ji xwe ra kir palgeh û nirxandineke dûrî rastiyê kir wekî ku gendelî hatiye kirin û qamûyê zirar kiriye.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Mîna ku tê îdiakirin di raporên kontrolê da nirxandineke wisa tuneye ku bi destê ÎBByê bo saziyên civaka sivîl alîkarî hatiye kirin. Di rapora kontrolê ya der heqê hesab û miemeleyên sala 2017an ên ÎBB, ÎSKÎ û ÎETTyê da di çarçoveya tesbît û pêşniyazan da bi awayekî eşkere nêrîna erênî hatiye îfadekirin û herwiha li ser mihesebe û pergala tomarê hin pêşniyaz hatine kirin. Çi di axaftina ku hat kirin û çi jî di daxuyaniya li ser Twitterê da xusûsên ku hatine destnîşankirin, ew cure şixul û miemele nînin ku tê da 'gendelî' û 'zirara qamûyê' hebe. Ji ber vê çendê jî ji ber ku di îdiayên li ser ÎBB û şirîkên wê da zirara qamûyê û gendelî tuneye, ji bo darizandinê raporeke cuda nehatiye amadekirin. Herwiha ne rast e ku li ser pêşniyazên di raporan da nirxandin bê kirin ku zirara qamûyê çêbûye û gendelî hatiye kirin."