Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got: "Hinek li welatê me çavnebariyê dikin. Tirkiye wek stêrkekê dibiriqe. Serkeftina polîtîkayên derve, serkeftina aboriyê û aştiya civakî ya polîtîkayên navxweyî hinekan aciz dike."
Arinç di axaftina xwe de qala van tiştan kir:
"Divê her parlementer li ser tevgerên xwe bifikire ku gelo zirarê dide partiya me an jî Serokwezîrê me an na. Gava ku dê zirarê bide wê çaxê yê xwe feda bike. Lê heke dibêje zirarê nade, wê çaxê jî dê tevgereke layiqî xwe bike. Ya rastî me di demeke wisa de partiya xwe saz kir û em bûn hikûmet, gendelî derketibû erd û esmanan. Me hê di serî de got ku em ê bi gendelî, xizanî û qedexeyan re têkoşînê bikin."