Nihat Kavşut
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim beriya here Minska paytextê Belarusê li Balafirgeha Esenbogayê daxuyaniya çapemeniyê da.
Yildirim ji bona xeberdana bi têlefonê ya bi Aleksîs Çiprasê Serokwezîrê Yewnanistanê ra wiha got: "Min bi eşkereyî jê ra got ku dûrmayîna ji rageşiyê ji bona têkiliyên herdu dewletan wê bi xêr be."
Yildirim der heqê pêwendiya ji ser telefonê ya axaftina bi Çîpras ra xeberdana xwe wiha dewam kir: "Ji ber zinarên Kardakê di demên dawîn da rageşî pêk hat û ji ber vê jî hin binpêkirin qewimîn û bersiva wan hat dayîn. Me li hev kir ku ji niha pê va aramtir bin û bi nêrîneke ji hev fehmkirinê tevbigerin, xetên ragihandinê wê vekirîbin û çareserî jî wê bi rêyên siyasî û dîplomatîk bên dîtin."
Serokwezîr Yildirim ji bona rageşiya bi Yewnanistanê ra wiha got: "Bi texmîna min di meha gulanê da Civîneke Sererkanên NATOyê wê bê kirin. Di vê çarçoveyê da sererkanên herdu welatan wê bên bal hev û ji bo pirsgirêkên wiha careke din li sahayê neqewimin wê li ser tevdîran biaxivin."
Serokwezîr Yildirim der heqê tifaqa hilbijartinê da wiha got: "Bi rastî di warê lihevkirinê da nakokiyek tuneye. MHPê ji raya giştî ra jî eşkere kiriye ku wê piştgiriya namzedê AK Partiyê bike, wê piştgiriyê bide namzediya birêz Serokomarê me."
Yildirim ji bona Komîsyona Mutabeqeta Neteweyî wiha peyivî: "Di vê mijarê de heyetên herdu partiyan yên ku hatibûn wezîfedarkirin, xebatên xwe temam kirin. Serokên partiyan wê halê dawîn bibêjin û paşê ev metnê mutabeqetê wê bi raya giştî ra bê parvekirin."
Serokwezîr Yildirim der heqê firokeya ATAKê ya ku li Efrînê ket da wiha axivî: "Tu delîl û nîşane tunene ku firoke hat xistin. Lê me hemû îhtimal dan ber çavan û di bin banê Artêşa Tirkiyeyê da heyeteke qeza û xesarê hat çêkirin. Ev xebat vê gavê dewam dikin, hê kuta nebûye."