Nihat Kavşut
15 Tebax 2020•Rojanekirin: 18 Tebax 2020
Serokomarê Belarusê Aleksandr Lukaşenko û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bi têlefonê axivîn.
Li gor nûçeya ajansa Beltayê Lukaşenko û Putîn bûyerên li Belarusê û li derdora wê diqewimin gotûbêj kirin.
Li Belarusê beriya hilbijartina serokomariyê hêzên ewlehiyê 33 şervanên peretî yên girêdayî Wagnera şirketa ewlehiyê ya Rûsan qefaltibûn.
Hefteya borî li Belarus pîştî hatibû îlankirin di hilbijartina serokomariyê da Lukaşenko bi ser ketiye xwepêşandan dest pê kiribûn û 6 rojan dewam kiribûn.
Belarusê duh êvarê ji 33 şervanên peretî yên Rûs 32 kesan dabû Rûsyayê. Ji ber ku yek ji wan welatiyê Belarusê bû li welêt mabû.