KAYSERÎ
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz: "Hin dewletên dinyayê dixwazin em di nabeyna PKK û DÎŞIyê de hilbijartinek bikin. Ji bo me DÎŞI û PKK heman tişt in. Herdû jî êrîşî îstiqrara siyasî û ewlehiya dewletan dikin."
Wezîr Yildiz li Kayseriyê beşdarî bernameya pîrozkirina eydê bû û der barê rojevê de axivî.
Yildiz destnîşan kir li erdnîgariya ku Tirkiye jî lê ye di geşedanên muhîm hene û bal kişand ser girîngiya tezkereyên Iraq û Sûriyeyê û wiha dewam kir: "Hûn dizanin beriya eydê tezkereyek derket. Li gor tezkereyê em ê ewlehiya sînorên xwe biparêzin. Lê hewce bike em ê li Iraq û Sûriyeyê jî operasyon bikin. Hin dewletên dinyayê dixwazin em di nabeyna PKK û DÎŞIyê de hilbijartinek bikin. Ji bo me DÎŞI û PKK heman tişt in. Herdû jî êrîşî îstiqrara siyasî û ewlehiya dewletan dikin. Ji ber vê jî em nayên lîstikê û qebûl nakin. Ev him îstiqrara siyasî û him jî îtibara navneteweyî ya Tirkiyeyê xera dike."