Ekip
21 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim bangewaziya dinyayê kir û got: "Cîhaneke din ku em karibin tê de bi aştî bijîn tuneye. Werin em şaxê ku li serê ne nebirin. Bêyî ku em duçarî nexweşiya nijadperestî û vederkirinê bibin, ji bo aramiya dinya û mirovatiyê destê xwe bixin bin mesûliyetê."
Yildirim, di komcivîna partiya xwe ya li meclisê de li ser rojevê, referandûmê, şerê li dijî terorê û rewşa navxweyî xeber da.
Serokwezîr diyar kir ku rêxistina terorî DEAŞ xetereke mezin e, li ser herkesî gef e û wiha axivî:
"Rêxistina terorî DEAŞ ji bo herêmê çiqas tehdîd be ji bo Asya, Ewropa û Emrîkayê jî heman awayî xeter e. Nav çi dibe bila bibe hedefa rêxistinên terorî mirovahî ye. Cîhaneke din ku em karibin tê de bi aştî bijîn tuneye. Werin em şaxê ku li serê ne nebirin. Bêyî ku em duçarî nexweşiya nijadperestî û vederkirinê bibin, ji bo aramiya dinya û mirovatiyê destê xwe bixin bin mesûliyetê"
Yildirim got PKK, YPG, PYD, DEAŞ û FETO hemû ji bo wan yek in û koma qatilan in ku di nav terorê de gevizîne: "Ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê emê li dijî van hemûyan têkoşîneke bêeman bidin."
Serokwezîr Yildirim li ser referandûmê jî nirxandina xwe wiha kir: "Heger di vê referamdûmê da 'erê' welat perçe bike, pêşî dê Qendîl bireve û bêje 'erê'. Ma jixwe armanca wan dabeşkirina Tirkiyeyê nîne? Firsendeke wiha were ber wan, qet pehînekê lê didin?"
Serokwezîr mizgînî da mamosteyan jî û got "Me biryar da ku 20 hezar û 127 mamosteyan tayîn bikin. Di meha adarê da karûbar dest pê dikin."