21 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî der barê referandûmê de rexneyên tund li dijberên guherîna destûrê girt û got: "Dibêjin çima hûn dibêjin "erê"? Ma em ê çi bikin? Em li aliyê FETOyê bisekinin? Dibêjin bi gotina "erê" em li gor gotinên xwe yên do dikevin nakokiyê. Çima nakokî ye? Nakokiya esil û ya riziyayî ew e ku em bikevin dûv PKKê, EMEPê, ODPyê, TKPyê û Aydinlikçiyên ku xwîna ulkuciyan rijandine. Ma ne wisa ye?"
Bahçelî, di komcivîna partiya xwe ya li meclisê de li ser rojevê, referandûmê û PYD/PKKê daxuyaniyên giring dan.
Serokê MHPê rexneyên ku ew bi xwe re ketine nakokiyê wiha bersivandin:
"Dibêjin çima hûn dibêjin "erê"? Ma em ê çi bikin? Em li aliyê FETOyê bisekinin? Dibêjin bi gotina "erê" em li gor gotinên xwe yên do dikevin nakokiyê. Çima nakokî ye? Nakokiya esil û ya riziyayî ew e ku em bikevin dûv PKKê, EMEPê, ODPyê, TKPyê û Aydinlikçiyên ku xwîna ulkuciyan rijandine. Ma ne wisa ye?"
Bahçelî li ser anîna cezayê îdamê jî bangî AK Partiyê kir û got:
"Madem xaîn ji îdamê natirsin û heger miletê me jî li ser daxwaza xwe ya idamê pêkutiyê bike, wê demê ya ku dikeve ser milê me ew e ku emê vê verastkirina qanûnî li TBMMyê bikin û cezayê ku dijminên Tirkiyeyê heq dikin, bidin. Bira AKP gogê nezivirîne, li gorî demê nelîze, heqet jî heger di mijara paşveanîna îdamê da samîmî ye, MHP jî soz dide, dê bêşert û merc piştgiriyê bidê."
Bahçelî herwiha behsa hebûna PYD/YPGê li rojhilat û rojavayê Feratê jî kir û wiha axivî:
"Li gor me divê Artêşa Azad a Sûriyê ji Tel Ebyada beramberî Akçakaleya Tirkiyê dest pê bikin û ji herêma di bin kontrola PYDê re berê xwe bidin Reqqayê. Yanî ji bo mesafeya 54 kîlometre ya ji sînorê me safî bibe divê Emrîka PYDê qanih bike. Li gor me îcab bike divê Minbic ji YPGa ku derbasî rojhilatê Feratê nebûye bi temamî were paqijkirin. Îcab bike jî lazim e qudreta millî wek birûskan bikeve ser Reqqayê. Mesele parastina Tirkiyê ye."