Türkan Tosun
12 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî beşdarî merasima vekirina Fuara Parastinê û Behrewaniya Navneteweyî ya Dohayê - (DIMDEX) - 2018an bû.
Fuarê li Navenda Kongreya Neteweyî ya Qetarê dest pê kir û 33 şirketên ji Tirkiyeyê jî beşdarî fuarê bûn.
Canîklî di fuarê de daxuyanî da nûçegihanên AA û TRTyê û got şirketên Tirkiyeyê mohra xwe li fuara DIMDEX-2018an xistin.
Wezîr Canîklî bal kişande rewşa pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê û got di vê qadê de pêşketinên girîng çêbûne û wiha axivî: "Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de em qismeke mezin alavên xwemalî bi kar tînin. Pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê hatiye wê astê ku dikare teknolojiya xwe ji sifirê, tunebûnê çêbike. Gelek alavên li vê derê têne nîşandan tên îxrackirin."
Canîklî got di qada navneteweyî de muhîmatên pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê eleqeyeke mezin dibîne û ji bo dahata neteweyî ya Tirkiyeyê zêde bibe jî ew roleke girîng dibîne.