28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim bi boneya 6emîn salvegera mirina serokwezîrê berê Prof. Dr. Necmettin Erbakan li ser hesabên xwe yên Twitterê peyam belav kirin.
Serokomar Erdogan ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyama, "Di 6emîn salvegera wefata wî da ez, Serokwezîrê Hikûmeta 54emîn, mamosteyê me yê muhterem birêz Prof. Dr. Necmettin Erbakan bi rêz û rehmet bi bîr tînim."
Serokwezîr Yildirim jî peyam weşand
Serokwezîr Yildirim jî di peyama xwe ya li ser Twitterê da wiha got, "Ez di 6emîn salvegera wefata siyasetmedar û zanyarê mezin Prof. Dr. Necmettin Erbakan ku dexme li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê xist da, wî bi rehmet bi bîr tînim."