Önder Beyter
14 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li ser peyama Serokê Amerîkayê Donald Trump a der heqê Sûriyeyê da wiha daxuyand, "Brêz Donald Trump, terorîst nikarin bibin hevkar û mitefiqên we. Tirkiye li bendê ye ku Amerîka berpirsiyarên xwe yên hevkariya stratejîk bîne cih û herwiha ev yek jî di bin siya propagandaya terorê da nemînin"
Kalin ji ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da peyama Trump a ku gelek kesî bertek nîşan da û wiha got, "Brêz Donald Trump, xeletiyeke zehf xeternak e ku mirov Kurdan û PKK ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê da ye û baskê wê yê Sûriyeyê PYD/YPGyê wekî hev bibîne û miemeleyeke hemta nîşan bide. Tirkiye dibêje têkoşîna dijî terorîstan, ne dijî Kurdan. Em ê Kurdan û Sûriyeyiyên din li dijî gefa terorê biparêzin."
Berdevk Kalin wiha berdewam kir, "Brêz Donald Trump, terorîst nikarin bibin hevkar û mitefiqên we. Tirkiye li bendê ye ku Amerîka berpirsiyarên xwe yên hevkariya stratejîk bîne cih û herwiha ev yek jî di bin siya propagandaya terorê da nemînin."
Trump ji ser Twitterê ragihandibû ku Amerîkayê dest bi vekişîna ji Sûriyeyê kir û têkoşîna dijî DEAŞê jî wê berdewam be.
Serokê Amerîkayê gefa aboriyê li Tirkiyeyê xwaribû heger PKK/YPGyê ji xwe ra bixe hedef û herwiha destnîşan kiribû ku ew ê li deverê, herêmeke ewle ku ji 20 mîlan pêk tê ava bikin.