PARÎS
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê Selahattîn Demirtaş got ku hêvîya wî ew e ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê der barê pêvajoya çareseriyê de peyamên ku wan wêrek bike û pirsgirêkan çareser bike bide.
Demîrtaş, piştî konferansa "Rewşa Kurdên Rojhilata Navîn" a ji aliyê Parlementoya Fransayê ve li Parîsê hat lidarxistin der barê bernameya çûna Diyarbekirê ya Erdogan de axivî: "Çûna Erdogan bi taybetî bala me nakêşe, lê belê peyamên dê der heqê pêvajoya çareseriyê de bide girîng in, lewra prosesa çareseriyê niha xitimiye."
Demîrtaş hevdîtina Serokwezîr Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî jî nirxand û got ku divê encama hevdîtinan yekîtiya kurdan xurttir bike û wiha dewam kir: "Piştî demeke dirêj Barzanî dê bê Diyarbekirê, ev yek ji bo me girîng e. Bi qasî Hewlêrê, Diyarbekir jî mala Barzanî ye. Barzanî siyasetmederakî bi tecrube û zana ye, dê berjewendiya kurdan biparêze, her wiha dê nekeve nav dek û defên siyasî. Divê Barzanî jî peyamên ku yekîtiya kurdan xurttir bike û xizmeta pêvajoyê bike bide."
Taloqkirina Konferansa Neteweyî ya Kurdan
Demîrtaş taloqkirina Konferansa Neteweyî ya Kurdan wek "bêbextiyekê" nirxand û wiha pê de çû: "Ev cara dudan e ku konferans tê taloqkirin û her diçe hêviya me ya lidarxistina konferansê qels dibe. Divê êdî hemû siyasetmedarên kurd bi vê yekê baş bizanin, hemû kurd ji dil û can dixwazin konferans bê lidarxistin. Divê hemû siyasetmedarên kurd, rêberên partiyan bala xwe bidin vê daxwaza gel û di vê mijarê de bi zanetî tevbigerin."