Nihat Kavşut
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ANKARA
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna koma meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da ji bona qadroya karkerên taşeron wiha got: "Ew kar temam e. Îro-sibê wê bikeve dewrê. Bi destpêka sala nû ra wê mijara taşeronan biqede."
Bînalî Yildirim der barê gotinên Tezcanê Berdevkê CHPyê yên ji bona Serokomar got da wiha axivî: "Dema min guhdariya wî kir min fehm nekir berdevkê partiyê ye yan sixêfkarê partiyê ye. Li vir terbiyeya min rê nade ez bipeyivim, ez ê bersiveke wisa bidim ku wê nikaribe ji binî rabe. Lê ez tenê vê bibêjim, heger li 'dîktarorê bişedde' digerin bila li paşeroja xwe binihêrin û li çanda xwe binihêrin."