22 Adar 2016•Rojanekirin: 23 Adar 2016
TBMM
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku berî 1ê mijdarê personelên ku di karên esil û ên alîkar yên kamuyê da dixebitin wê hildin kamuyê.
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna Koma TBMMyê ya AK Partiyê da axivî û wiha got: "Em ê berî 1ê mijdarê personelên ku di karên esil û ên alîkar yên kamuyê da dixebitin, hildin kamuyê. Herwiha me biryar da ku em ê birayên xwe yên ku di karên alîkar da dixebitin jî hildin kamuyê.
Bi vî awayî înşaellah ew ê ne karkerên esil ne jî yên alîkar ên taşeron li dervayî kamuyê nemînin. Em ê xebatkarên ku hê mafê teqawitbûnê bi dest nexistine jî hildin kamuyê."