Şaredariya Kiziltepeyê karmendiya 42 xebatkarên xwe yên bi peyman qebûl kir û ew hildan qadroyê.
Şaredarê Kiziltepeyê Ferhan Turk, Alîkarên Serokê Şaredar Leyla Salman, Şemsettîn Sûlhan, Bûrhan Kûrhan, Hasan Demîr û midûrên şaxên din hatin bal hev û civîn kirin. Civîna ku di salona meclisa Şaredariyê hat kirin de 14 Endezyar, 2 Planvanê Bajar, 2 Mîmar, 2 Parêzer, 2 Fêrmend, Kîmyagerek, Civaknasek, Grafîkerek, 12 Teknîker û 5 Programkarê Kompîturê yanî bi tevah 42 kes hatin tayînkirin.
Di civînê de Şaredarê Kiziltepeyê Ferhan Turk got ku "Emê bajarê xwe jî bi xwe rê ve bibin" û bi vê sloganê hatine ser kar û ji ber vê jî rûmetê didin xebatkarên xwe.
Turk ji bo karmendên nû jî got: "Xebatkarên me yên ku qadroyê wergirtin ne digotin şev ne jî digotin roj dixebitîn. Bi rastî hemû xebatkarên me wisan in. Her xebatkarên me yên ku nû bûn karmed dê wek karmendên berê ji gelê me re xizmeteke baş bikin."