Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser bûyerên rojhilata Ukraynayê û çekên kîmyewî yên ku ji Sûriyeyê hatin derxistin axivîn.
Rayedarekî ji wezaretê daxuyand ku Kerry û Lavrov li ser telefonê axivîne û di axaftinê de hatiye diyarkirin ku çekên kîmyewî ji sedî 92 ji welêt hatiye derxistin, lê divê ev bi temamî bê derxistin.
Kerry diyar kir ku ew di demên dawîn de ji ber bikaranîna madeya "klorîn"ê ya kîmyewî bi fikar e.
Dîsa Kerry ji Rûsyayê re got ku heyeta Teşkîlata Hevkariyê û Ewlekariyê ya Ewropayê û kesên ku ji wan re rêberî kirine bila serbest bên berdan, ji bo hewldayînên hikûmeta Ukraynayê bê şert û merc piştgirî bê dayîn.