Önder Beyter
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Qaşo pergaleke hiqûqê ya ku juriyê wê ehmeq, niyeta wê diyar û îdiayên wê jî nexweş û hejhejok in û herwiha Tirkiye kiriye berşik, fêlbaz jî kiriye şahid, her wext di binê piyê me da ye û wê timî tûşî nefret û hêrsa me were."
Bahçelî di komcivîna partiya xwe da axivî û destnîşan kir ku Tirkiye di hedefê da ye û gel jî di bin êrîşa hêzên neyar da ye.
Bahçelî bal kişand ku agirê operasyon û lîstikên aborî timî tên gurkirin û li dadgehên bialî, bişik û siyasî yên li Amerîkayê, Tirkiye tê darizandin û wiha dewam kir:
"Qaşo pergaleke hiqûqê ya ku juriyê wê ehmeq, niyeta wê diyar û îdiayên wê jî nexweş û hejhejok in û herwiha Tirkiye kiriye berşik, fêlbaz jî kiriye şahid, her wext di binê piyê me da ye û wê timî tûşî nefret û hêrsa me were. Herwiha sûc li kuderê hatibe kirin, divê darizandin jî li wê derê were kirin. Ew der jî Komara Tirkiyeyê ye."
Bahçelî dîsa wiha got, "Yên ku radihêjin belgeyên ku diyar nînin ka rast in an derew in û wan li ba dikin û herwiha bi vê tevgera xwe va jî dibin acente, serkar û yekîneya silavê ya dezgeya ku li Amerîkayê hatiye danîn, nemerd in ku xwe li ber xweş kirine da ku li dijî Tirkiyeyê eniyeke nû vekin."
Serokê Giştî Bahçelî der heqê îdiayên ku MHP rê nîşanî desthilatê dide da jî wiha xeberda, "Çi ye qaşo, MHP çi dibêje gotina wê tê kirin. MHP rê nîşanî îqtidarê dike. Bira beşek ji parlementer û rêveberên AK Partiyê netirsin. Yê ku Tirkiyeyê bi rê va dibe Serokomar e, Serokwezîr e.
Piştgiriya me ya bo hikûmetê, ji bo sereftina têkoşîna dijî terorê ye û herwiha ji bo wê yekê ye ku di polîtîkaya derva da qelsî çênebe. Bira kes mereq neke MHP cih û warê xwe dizane û wê bizanibe jî."