Sevim Hatun
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
DOHA
Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mihemed bîn Ebdurrahman Al Sanî got ku ji ber vê krîza zêdetirî du mehan e dewam dike, baweriya welatên Kendavê qels bû, ji bo xurtbûna bawerî û têkiliyan dem lazim e.
Li gor nûçeya li ser QNAya Ajansa Xebera ya Qeterê hat weşandin Al Sanî bal kişand ser krîza di navbera welatên Kendavê de got "Sedema bêîstiqrariya Welatên Kendavê krîzeke bêbingeh e" û bang li Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Behreyn û Misrê kir ku sûcên ku pê welatê wî tewanbar dikin bi delîlan derxin holê.
Wezîr Al Sanî got ku di ser krîzê re 72 roj derbas bûn lê belê hê jî delîlek pêşkêşî wan nehatiye kirin.
El Sanî got ku welatên ereban ji 5ê hezîranê vir ve peywendiyên xwe yên bi Qeterê re qut kirine, ev yek li ser Konseya Hevkariyê ya Kendavê bandoreke neyînî dike û ragihand ku welatê wî jî yek ji damezrînerê vê konseyê ye û wiha axivî: "Herêma Kendavê ku wekî herêma herî ewledar a ereban tê zanîn niha ji ber krîzeke bêbingeh bê îstiqrar e."
Al Sanî bal kişand ser krîza di navbera welatên Kendavê de wiha got: "Sedema bêîstiqrariya Welatên Kendavê krîzeke bêbingeh e."