DİYARBAKIR
Lewheya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê berê tenê bi tirkî bû. Lê êdî ev lewhe bi lewheyeke tirkî û kurdî ve hat guherandin.
Avahiya xizmetê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê a ku li navçeya Yenîşehîrê li ser rêya Elezîzê ye, lewheya wê hat nûkirin.
Bi telîmata Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr ve lewheya ku berê bi tenê tirkî bû hat rakirin û di dewsa wê de lewheyeke ku bi kurdî û tirkî li ser "Şaredariya Mezin a Amedê" û "Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesî" hatiye nivîsandin hat darvekirin.