KONYA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di vebûna komî ya li Navenda Kongre û Werzîşê ya Şaredariya Mezin a Konyayê de axivî. Erdogan got ku "Em ê serê xwe li ber tu gefan netewînin. Heta ku hûn li pişt me bin, bi izna Xwedê em ê paş de gav neavêjin. Em ê tu carî dev ji Heq û têkoşîna heqê bernedin. Çiqas dixwazin bila serî rêyên nexweş bidin, çi qas dixwazin bila bikevin di nav îtifaqên qirêj de. Li Tirkiyeyê êdî gotin ya gel, biryar ya gel, raye ya gel e."
- "Em ê tu carî dev ji têkoşîna heq bernedin"
Ez li Konyayê car din soz didim ku em ê tu carî baweriya we xera nekin. Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em ê tu carî ji rêya ku we vekiriye û hûn tê de dimeşin dûr nekevin. Em ê li ber tu gefê serî netewînin. Heta ku hûn li pişt me bin bi izna Xwedê em ê paş de gav neavêjin. Em ê tu carî dev ji Heq û têkoşîna heqê bernedin. Çiqas dixwazin bila serî rêyên nexweş bidin, çi qas dixwazin bila bikevin di nav îtifaqên qirêj. Li Tirkiyeyê êdî gotin ya gel, biryar ya gel e, raye ya gel e, mohr di destê gel de ye. Kesên ku xwe dispêrên hêzên tarî û çapemeniyê nikarin berê vê welatî biguherînin. Tirkiye ne welatekî wisa ye ku li serê operasyonan bikin. Gel destûrê nade vê yekê. Îqtidara AK Partiyê jî wekî hikûmeta vê gelê rê made vê yekê. Kî çi dixwaze û di nav hesabên çawa de be, heke ji xwe bawer dikin di 30yê Adarê de hilbijartin hene, bila beşdarî wan hilbijartina bin û hesaba xwe bi gel re bikin. Em jî gel jî rê nade wan kesên ku dixwazin hesabê xwe ji bilî sindoqê dikin. Tirkiye welatekî eşîran nîne ku gel tune bê hesibandin. Ji nav me an jî derveyî me kes nikare li welatê min aloziya derxîne, ji bo welatê min planên nebaş bike."
- "Çima xengîn bibim"
Serokwezîr Erdogan der barê îstifaya Parlementerê AK Partiyê yê Îstanbûlê Hakan Şukur de jî wiha axivî: "Çima xemgîn bibim? Dilê min wiha dixwest; mirovekî heke di bin alaya partiyekê de beşdarî hilbijartinan bibe, ji wê pê de bi wê partiyê re tevdigere, heke ji wê partiyê veqete ne tenê ji wê partiyê vediqete. Heke rast be wê demê divê ji Parlementoyê, ji parlementeriyê vediqete. Lewra bi awayekî serbixwe nehatibû hilbijartin."