Ala bal kişand ser bûyerên 17ê çileya pêşîn û diyar kir ku "rêxistana paralel" ne saziya civakî û sivîl e û wiha got: "Wek saziya civakî ya sivîl dest pê kir, paşê bûn saziyeke ticarî û xwestin bibin wek dewlet, bêyî sindoqê xwestin desthilardariyê bi dest bixin. Berê derbeyên leşkerî hebûn, îro jî derbeyên burokratîk hene."
Wezîr Ala destnîşan kir ku "rêxistina paralel" pêşî kesên ku dê sûcdar bikin pêşî diyar dikin û paşê li gor wî dosye û belgeyan berhev dikin û wiha got: "Pirî caran rêxistina paralel kesan diyar kiriye û ji bo ku sûcdar bike belge û dosye amade kiriye."
- Lêpirsîn
Wezîrê Karên Navxweyî Ala, derbarê guhdarkirinan de jî axivî û diyar kir ku di çarçoveya guhdarkirinan de li 43 bajaran 198 lêpirsin tên meşandin û wiha got: "425 mifetiş van lêpirsînan didomînin, niha 839 personel hatine tesbîtkirin, 72 gilîdarî hene, 195 kes ji wezîfeyê hatine dûrxistin, ji ber lêpirsînê cihên hin kesan hatiye guherandin ev hejmar 562 ye, 2 hezar û 316 kes jî ji ber lêpirsînan hatine tayînkirin. Lêpirsîn çiqas kûr dibe, ev ji hêla mifetişan ve tê lêkolînkirin. Xwestin li Tirkiyeyê derbe bikin."