13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
ÎSTANBÛL
Wezîrê Karên Navxweyî Efka Ala di civîna çapemeniyê ya digel hemkarê xwe yê alman Thomas de Maiziere da der heqê êrîşa terorê ya ku li Qada Siltanehmedê qewimî da wiha got, "Terora kurewî di sersala pêşiya me da serenava pirsgirêka herî girîng a hemû mirovahiyê ye. Mecbûriyete wisa derdixe holê ku divê hemû welat destegiriya hevdu bikin. Hemû welat bêyî ku li nasname û armanca terorê mêze bike divê di warê têkoşînê da hevkariyeke xurt bikin. Tirkiye di vê mijarê da hewldaneke pir berbiçav dimeşîne, dixebite."
Ala destnîşan kir ku di êrîşa terorê ya li siltanehmedê da tevî êrîşkarê xwekuj 10 kes mirin û wiha xeberda, "Ji aniha pê da li nexweşxaneyan bi tevahî 11 birîndar hene. Di destpêkê da hejmara birîndaran 17 bû, yek jê di nexweşxaneyê da mir. Yên din jî tabûrcî bûn. Ji van 11 kesan jê 9 kes welatiyên Almanyayê ne, yek ji Norwecê ye û yek jî ji Perûyê ye. Ji welatiyên alman rewşa 2 kesan xedar e. Lê herdu jî ji emeliyetê derketin û di asta herî bilind da em rewşa wan dişopînin."
"Heta niha 3 hezar û 318 kes hatin binçavkirin"
Wezîr Ala wiha dewam kir, "Di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê yên radîkal û DAEŞê da ji destpêka bûyerên li Sûriyeyê şûnde heta îro 3318 kes hatine binçavkirin. Ji van 847 kes hatine girtin. Qismekî pir muhîm ê van reqaman biyanî ne."
"Hefteyek beriya vê bûyera dawîn 220 kes hatin binçavkirin"
Wezîr Ala bal kişand ku Tirkiye li hemberî terorê tekoşîneke bi biryar dimeşîne û wiha got, "Hefteyek beriya vê bûyera dawîn, 220 kesên ku tê nirxandin endamên DAEŞê ne, hatin binçavkirin. Piştî bûyerê jî lêkolîn û jêpirsîn hatin kirin û li ser vê duh êvarê kesek hat binçavkirin. Lêkolîn û jêpirsîn berfireh û pir cidî dewam dike."
"Ev êrîş li dijî mirovahiyê, li dijî welatê me pêk hatiye"
Wezîrê Karên Navxweyî Ala got, "Ev êrîş li dijî mirovahiyê, li dijî welatê me pêk hatiye" û dû re axaftina xwe wiha domand:
"Welatiyên me çi bin mêvanên me jî ew in. Ev êrîş li dijî welatê me, miletê me û hemû mirovahiyê hatiye kirin. Divê bê encax û bê lêbelêyan hemû dinya li dijî van êrîşan helwestê nîşan bide. Mîna 78 milyon welatiyên me, tûrîst û mêvanên me yên ku li Tirkiyeyê ne dikarin aram bin. Ev cure êrîşên terorê nikarin hevkariya me, baweriya me ya ji dahatûyê û arzûya me ya geşepêdana dinyayeke nû têk bibe, biherişîne û zirarê bidê."
"Em bi her awayî tevdîrên ewlehiyê hildidin"
Wezîr Ala destnîşan kir ku hemû tûrîst, mêvan û welatiyên ku li Tirkiyeyê ne, bi tevdîrên ku hatine hildan dikarin jiyana xwe ya rojane bidomînin û wiha axivî:
Di vî warî da tu şik û guman tuneye. Em bi her awayî tevdîrên ewlehiyê hildidin. Di vî warî da wê têkilî û hevkariya me ya bi Almanyayê ra dewam bike. Tirkiye nîşanî hemû dewletan dide ku di warê têkoşîna li dijî terorê çi bikeve ser milan dike."
Ji hêla din Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Thomas de Maiziere "Vê gavê tu hincet tuneye ku ziyaretên li Tirkiyeyê werin betalkirin. Wezareta Karên Derva ya Alman li ser malpera înternetê got ku neçin hin herêmên krîzê yên diyarde. Ji bilî vê hişyariyê kê bixwaze were Tirkiyeyê bila dilê wan rehet be."