Li Batmanê alîkarê komîser Bûrhan Gatfarê ku di êrîşa çekdarî ya ku mensûbên PKKa rêxistina terorê biribûn ser wesayîta polêsan a sivîl de birîndar bibû, şehîd ket.
Terorîstan li Kolana Korikê bi çekên lûledirêj gule barandin ser wesayîta polêsan a ku li derbasoka hemzemîn ji bo sepanê disekiniya. Gatfarê ku di Şûbeya Têkoşîn bi Terorê ya ya Midûriya Ewlehiyê ya Batmanê peywirdar e û di bûyerê de birîndar bibû, digel hemû midaxaleyan li nexweşnaya taybet a ku wir dihat dermankirin, mir.
Walî Azmî Çelîk û Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Necatî Denîzcî jî hatin nexweşxaneyê.