Waliyê Kilîsê Suleyman Tapsiz diyar kir ku koma qaçaxçiyan a hewl dida ku ji aliyê Sûriyeyê ve derbasî Tirkiyeyê be gule barandin ser hêzên ewlehiyê û got ku "Mixabin ku eskerekî me cangorî bû, leşkerekî me jî winda ye."
Tapsiz daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku dora saet 18.00an de li herêma berpirsyariya Qereqola Hidût a Şehîd Mehmet bi koma qaçaxçiyan re pevçûn çêbû.
Tapsiz da zanîn ku koma qaçaxçiyan a hewl dida ku ji aliyê Sûriyeyê ve derbasî Tirkiyeyê be gule barandin ser hêzên ewlehiyê yên ku dewriyeya sînor dikirin û wiha axivî: "Bi koma qaçaxçiyan re pevçûn derdikeve. Mixabin ku eskerekî me cangorî bû û eskerekî me jî winda ye. Lêkolîn û lêpirsînin der barê bûyerê de berdewam dikin. Herêma ku pevçûn wir qewimîn li sînorê Sûriyeyê ye û di bin kontrola DAEŞê de ye."
-Şehîd Beylem li ser nifûsa Şanliûrfayê qeydkirî ye
Di vê navberê de Parlementerê Kilîsê yê AK Partiyê Reşît Polat got ku cangorî Yusuf Beylemê ku li ser nifûsa Şanliûrfayê qeydkirî ye.
Polat dema ku ji nexweşxaneyê derket daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di van rojên dawîn de bûyerên terorê yên wekî vê zêde bûn û wiha axivî:
"Şehîd Yusuf Beylem ser nifûsa Akçakaleyê qeydkirî ye. Gelê serê me sax be. Bûyerên terorê yên bi vî awayî her dem hene. Xwedê hêzê bide gelê me. Dilê me disoje, hewce nake ku mirov zêde biaxive. Rihê wî şad be."