Serokomar Erdogan: "Ez bi rayên ji sedî 52yê hatim vir. Namzedê wan jî hebû û rayên wan ên ku hildane li holê ye. Heger te jî ji sedî 52 ray bigirta min ê siyanetê ji te ra bikira û bêhurmetiyê nekira."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê li Qada Îstasyonê beşdarî merisima vekirina giştî bû û li vir xitabî gel kir.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku karsaz ditirsin li herêmê îş û kar bikin û wiha xeberda: "Dibêjin 'gelo wê çi çaxê bombe bavêjin û bişewitînin.' Lewra di vana da însaf û merhemet tuneye; dibistan, kitêbxane û mizgeftan dişewitînin. Derketiye çi dibêje, 'dibêje em ê Diyanetê rakin.' Birayên min ên kurd û zaza dîndar in. Li vî welatî ji sedî 99ê gel misilman e. Dibêje 'Serokomar bi pereyê kê derdikeve meydanan.' Ez bi pereyê dewletê derdikevim meydanan. Ev heqê min e. Wek Serokomar derdikevim meydanan. Ez bi rayên ji sedî 52yê hatim vir. Namzedê wan jî hebû û rayên wan ên ku hildane li holê ye. Heger te jî ji sedî 52 ray bigirta min ê siyanetê ji te ra bikira û bêhurmetiyê nekira."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku ricayeke min ji we heye û wiha got: "Wekî goşt û neynûkê bin. Cihêtiya kurd, zaza û tirkan tuneye. Ji ber vê jî em dibêjin 'yek milet, yek al, yek welat û yek dewlet.' Em ê di vê rêyê da bibin yek û bibin bira, em ê bi hev ra bibin Tirkiye. Niha jî rêxistina paralel hildane cem xwe. Bi hev ra dixebitin."
- "Ji Qendîlê telîmat hildane"
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Heger meriv ji sedî 52 ray bigire û wekî Serokomar were hilbijartin, gelo hewce nake ku seroka şaredariyê were pêşwazîkirina Serokomar? Di kêliya dawîn da ji Qendîlê telîmat hildane. Dibêjin 'Serokomar ne bêteref e û em naçin pêşwazîkirina wî.' Ez ji vir bang dikim, ez ji bo hemû partiyan bi heman awayî tevdigerim. Di dilê min da helbet partiyek heye, ez teref im. Lê çawa teref im? Ez li terefê gel im. Ez nikarim li aliyê kesên ku li dijî nirxên gel in bibim teref. Ji ber ku seroka şaredariyê nehat, ez jî neçûm serdana şaredariyê. Vê baş bizanibin ku bira îstismar çênebe."
- "Hemû herin ser sindoqê"
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir ku hemû partiyên siyasî ku dikevin hilbijartinê namzedên xwe eşkere kirin û kampanyaya hilbijartinê dikin û wiha peyivî: "Li gor qanûna hilbijartinê wê partiyên siyasî li gor rayên xwe parlementeran derxin û li meclisê bên temsîlkirin. Yan jî wê li derveyî meclisê bimînin û mixalefetê bikin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Di vê pêvajoyê da du tişt ji bo me girîng e. Divê hilbijartin di rewşeke wisa da derbas bibe ku welatiyên me bi îradeya xwe herin ser sindoqê. Hemû herin ser sindoqê. Heqê xwe yê demokratîk biemilînin. Di serî da yên ku tim qala demokrasiyê dikin, divê hemû partiyên siyasî di vê mijarê da hesas bin. Divê em rê nedin kesên ku nikarin bi xizmetê bikevin dilê gel û serî li çek û tundiyê dixin û dest datînin ser ray û îradeya gel."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir yên ku dev ji çekan bernadin û yên ku di bin siya çekan da siyasetê dikin, heger dev ji vê bernedin nikarin pêvajoya çareseriyê rexne bikin û wiha axivî: "Di vê mijarê da îradeya siyasî û saziyên dewletê wezîfeya xwe dikin. Dor dora danîna çekan e. Jidilbûna pêvajoya çareseriyê ev e. Yên ku nikarin vê bikin nikarin ji gel ra, ji me ra û ji hikûmetê ra tiştekî bibêjin."