13 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Bi serkêşiya Platforma Mexdûrên Terorê û Xazî û Şehîdên Demokrasiyê yên 15ê Temûzê û Konfederasyona Malbatên Gundparêzên Anadoluyê û Şehîdan bi beşdariya welatiyan mitînga "Ji Terorê re Nelet ji Şehîdan re Rêzgirtin" hat lidarxistin û dema mitîngê û piştî mitîngê bi alayên tirkan meş hat lidarxistin û êrişên PKKya rêxistina terorî hatin şermezarkirin.
Welatî bi alayên Tirkiyê beşdarî mitînga ku li ber Qaymeqamtiya Qulpê hat lidarxistin bûn û gelek caran tekbîr anîn û dirûşmên wekî "şehîd namirin, welêt parçe nabe", "Bila PKK qehr bibe", "Em darvekirinê dixwazin" û "Recep Tayyîp Erdogan" hatin berzkirin.
Di mitîngê de pankartên ku li serê "Êdî bes e, hûn ê bi ser nekevin, hûnê nikaribin serê vî welatî bitewînin", "Nalet li kesê ku terorê dike, piştgirî didiyê û di ser terorê re siyasetê dike be", "Reîs heta ku genc serbilind û xwedî helwest bin tu kes dê nikaribe me ji rêya me bike" nivîsandibûn hatin vekirin.
Mitîngê bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir û ji bo hêzên ewlehiyê û sivîlên ku di êrişên terorê de mirin sekna rêzgirtinê kirin û Sirûda Neteweyî hat xwendin.
- "Ev tu carî nikarin bibin nûnerên me"
Serokê Konfederasyona Gundparêzên Anadoluyê û Malbatên Şehîdan Ziya Sozen di mitîngê de axivî û diyar kir ku gelê Kulpê hemû bi hev re dijî terorê sekinî.
Sozen qal kir ku PKKya rêxistina terorî welatiyên bêparastin qetl kirin û wiha axivî:
"Heke em îro wekî gelê Tirkiyeyê li hemberî dijminên dîn bêdeng bimînin ev tê wateya bêrêziya xatireya şehîdên ku me qurbanî dan terorê. PKKya rêxistina terorî jî şaxa wê ya siyasî ya li pişt jî Kurd nînin, tu carî nûnerê gelê Kurd nînin. Ev taşeron in, dijminê Kurdan in. Ev tu carî nikarin bibin nûnerên me."
- Welatiyan teror şermezar kirin
Welatiyên ku beşdarî mitîngê bûn PKKya rêxistina terorî şermezar kirin.
Ji welatiyan Şefîk Sezer got ku "Em terorê şermezar dikin. Ew tenê dikarin ku sivîl û bebekan qetl bikin."
Welatî Zulfu Turkoglu qal kir ku ji bo nîşandana yekîtiya welêt a ku parçe nabe, yekîtî û bihevrebûna gel civiyan û wiha axivî: "Em hemû rêxistinên terorî şermezar dikin. Rêxistina terorî bi êrîşên xwe rûyê xwe nîşan da. Ez di vê warê de biryardariya hikûmeta me teqdîr dikim. Înşeallah dê koka wan bê qelandin."
Piştî axaftinan welatî bi alaya Tirkiyê ya bi qasî 140 metroyî dirêj ji Qaymeqamtiya Qulpê heta Taxa Turgut Ozal meşiyan.