13 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2017
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdoğan, nimêja înê li Mizgefta Hezretî Elî kir û di derketinê de cewaba pirsên rojnamevanan der barê rojevê de da.
- Guherîna destûra bingehîn
Erdogan li ser pirseke der heqê pêşniyaza guherandina destûra bingehîn de wiha got: "Di nav vê hefteyê da wê biqede, piştî ku qediya jî wê here ber destê xwediyê heqîqî. Xwediyê heqîqî gel e."
Serokomar Erdogan diyar kir ku hetanî niha 8 bend derbas bûne û wiha xeberda: "Em hêvî dikin ku pêvajoya li pêşiya me di nav aramî û li gor edeba demokrasiyê da berdewam bike."
Der barê rêjeya dengên erê Erdoğan bibîr anî ku "Di tura ewil da hat dîtin ku di navbera 338-348an da çû û hat" û nirxandina xwe wiha domand: "Niha xalên ku mane jî vê hefteyê bi vî awayî bên mizakerekirin paşê derbasî tura 2yan bibin. Ku di tura 2yan da jî rewş wiha be û parlemento îstiqrara xwe bidomîne karê here ber destê xwediyê xwe yê esil. Miletê me yê jî biyara dawîn bide. Biryara miletê me çi dibe bira bibe emê bêjin 'ser seran û ser çavan' û rêzê nîşan bidin. Rewş ev e."
- Rexneyên CHPê û helwestên wê
Li ser rexneyên CHPê jî Serokomar Erdoğan, bi gotinên "Her carê radibin gotinên wek yek mirovtî, yek mirovtiyê dibêjin. Heke li Tirkiyeyê qala yek mirovtiyê bê kirin partiya siyasî ya vê dike li Tirkiyeyê heta niha ev pejirandiye partiye muxalefeta sereke ye. Partiya Gel a Komarê ye. Jixwe ji roja avabûna xwe heta niha li ser yek mirovekî hatiye." nêrîna xwe anî ziman.
Serokomar Erdogan der heqê kurên dowîzê da wiha got: "Di nav vê hefteyê da hevalên me yên di hikûmetê da û şêwirmendên li serokomariyê, em ê der barê aboriyê da nirxandinekê bikin. Li vir tiştekî metirsiyê tuneye, lê ez ji vir bangî gelê xwe dikim: 'Bila kes di bin balîfê xwe da dowîzan nehêle, hûr bikin û bikin TL.' Ez bawer im dema bibin TL wê piyase zehf rehet bibe."
- Muzakereyên li ser Qibrisê
Der barê lêgerîna çareseriya li Qibrisê de jî Erdoğan got: "Qibrisa Kakur di nav xebatên mezin da ye, semîmiyetê nîşan dide lê belê Qibrisa Başûr û Yewnanistana welatê garantor hê di nav hêviyên cuda da ne."
Serokomar Erdogan, diyar ku êdî muteberiya Planê Annan nemaye û wiha pê de çû: "Niha dema gotûbêjeke nû ye. Çara yek, yanê heyameke wê Rêveberiya Tirk a Qibrîsa Bakur serokatiyê bike 4 heyam jî Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başur serokatiyê bike, tiştekî wiha nabe. Me berê jî ev yek xeberdabû, ji 1ê ra 2 heyam wê Rêveberiya Tirk a Qibrîsa Bakur lîderiyê hilde. Du caran jî wê Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başur bike. Ya adîl ev e. Yanî heke em li wê derê aştiyeke berfireh dixwazin pîvan ev e. Ji bilî vê bila tu kes ji me tiştekî hêvî neke. Me ev got ji rayedaran ra."