11 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Li rojhilat li başûrê rojhilat kirina siyasetê ne tenê karê AK Partiyê ye, herwiha ev ne tenê karê partiyên ku rêxistina terorê piştevaniya wan dike ye. Bila CHP, MHP û yên din bizanibin ku li wê derê şert û merc guherîn, her tişt normal bû. Em dixwazin ku rikberên me yên siyasî herin wir û rêxistinên xwe ava bikin. Bes, bila ji Enqereyê kirinên partiya me desthilatdariya me rexne bikin. Bila herin wir, derkevin qadê bibêjin 'Va ye em jî li vir in, em amadene ku ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bikevine binê bar.' Welatî jî li hêviya vê ne."
Bernameya "Di Akademiya Siyasetê da Heyama 17emîn" a ku ji aliyê Serokatiya Ar-Geyê ya ev 8 salin tê birêvabirin bi dersa ewil a ku Serokwezîr Yildirim da va dest pê kir.
Yildirim di axaftina xwe ya li vir da diyar kir ku AK Partî ehlaq û wicdan e û destnîşan kir ku di 14ê tebaxê da wê 15 salên AK Partiyê temam bibe û wiha dewam kir: "Gava ku em bala xwe didin siyasetên demokratîk di dîrokê da serkeftinek wiha kêm caran hatiye dîtin."
Yildirim got ku ev ne tesadufek e, bi saya ked û xebatê gihîştiye vê merhaleyê.
-Bûyerên terorê
Yildirim got ku Tirkiye ji aliyekê va li nav welêt ji bo aramî, ewlehiya welatiya hewl dide, ji aliyekê va ji bo aşîtiyê dixebite ji aliyê din va jî geşedanên li welatên cînar pêk tên ji nêz va teqîb dike.
Serokwezîr Yildirim wiha dewam kir:
"Armanca me ya yekem ew e ku em terorê bixin bin kontrola xwe û ji holê rabikin. Ji ber vê yekê bila kes rane be li me şîreta neke. Bila kes ji me pirsa 'Çima ev operasyon naqedin' meke. Ev operasyon bi dawî nabin. Heta kengî bi dawî nabin. Heta ku rêxistina terorê sivîl, welatî, kal û pîr, ciwanan bikuje, heta ku esker û polêsên me şehîd bike, heta ku berê çekê xwe bide koruyucuyan helbet wê ev operasyon dewam bikin."
Yildirim got ku li rojhilat û başûrê rojhilatê welatiyan piştgiriyê neda rêxistina terorê û axaftina xwe wiha domand:
"Tabloya berî 7ê hezîranê û piştî 1ê mijdarê ne wekî hev du ye, guheriye. Di wê heyamê da li gelê herêmê zilm kirin, bi zilm û zordestiyê wan kişandin aliyê xwe. Helbet şert û mercên pêvajoya çareseriyê jî bikaranîn. Herwiha wê gavê derket holê ku planeke din ya vana heye. Piştî ku ev plana wan derket holê, ji ciyê ku çûne wir destvala vegeriyan.
Li vir roja ewil a akademiya siyasetê da pêşniyarek min ji ji bo partiyên siyasî yên din heye. Pêşniyara min ev e; li rojhilat li başûrê rojhilat kirina siyasetê ne tenê karê AK Partiyê ye, herwiha ev ne tenê karê partiyên ku rêxistina terorê piştevaniya wan dike ye. Bila CHP, MHP û yên din bizanibin ku li wê derê şert û merc guherîn, her tişt normal bû. Em dixwazin ku rikberên me yên siyasî herin wir û rêxistinên xwe ava bikin. Bes, bila ji Enqereyê kirinên partiya me desthilatdariya me rexne bikin. Bila herin wir, derkevin qadê bibêjin 'Va ye em jî li vir in, em amadene ku ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bikevine binê bar.' Welatî jî li hêviya vê ne."