12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ÎSTANBUL
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya: "Hûn jî dizanin bernameyên hevalên me yên wezîr betal dikin. Divê ev tevger li ber çav re bê derbaskirin. Ev tevgereke ne demokratîk e. Em diçin li wir da ku bi welatiyên xwe re bên bal hev û behsa sîstema hikûmetê ya nû bikin. Azadiya axaftinê, mafê civînê ev hemû hatin binpêkirin. Li Hollandayê jî duh êvarê hemû azadî hatin binpêkirin. Li wir li hember welatiyên me yên ku dixwastin bi me re bên bal hev miemeleya dijî mirovahiyê hatin kirin. Bi kuçik û hespan ve êrîşî wan kirin."
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Kaya: "Em bi miemeleyeke pir xeyrîînsanî, xeyrîexlaqî ra rûbirû man. Li Hollandaya ku qala demokrasî, azadî û azadiya beyanê dike, bi rastî jî me şeveke pir biêş derbas kir. Meslehetguzarê me ku di asta balyoz da tê hesibandin, hat binçavkirin. Hevalên min ên pasewan, şêwirmendê min, ekîba min a 5 kesî hat binçavkirin. Em jî ji wesayîtê hatin derxistin û herwiha digel polêsên Hollandayê em birin navenda polêsan a li ser sînorê Almanyayê û li wir li navenda polêsan em saet û nîvekê hatin rawestandin. Em rastî miemeleyeke pir tund û nenazik hatin."
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Kaya: "Divê siyasetmedarên Rojavayê yên hesas û xwedîwicdan van bûyeran bibînin, ji dil şermezar bikin û vê bi deng bibêjin. Divê hemû dinya vê tevgera ku him dijî dîplomasiyê ye û him jî dijî mirovahiyê ye şermezar bike."
-Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Albayrak: "Ji bo demokrasiya Ewropayê şeveke rûreşiyê derbas bû duh êvarê."
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Albayrak: "Ji bo Hollandayê ji bo demokrasiya Ewropayê ji aliyê mafên mirovan û azadiyan va şeveke rûreşiyê derbas bû duh êvarê. Lewra ji bo parzemînê dibêjin ku qada demokrasiyê, lê li dijî temulên navneteweyî, li dijî hiqûqa navneteweyî çi hebe duh êvarê li ber çavê hemû dinyayê binpê kirin. Ev hemû kirin nizanim têrê dike ku meriv bêje bi mantiqa Naziyan hatiye kirin, lê ya herî baş ew e ku meriv vê yekê ji teqdîra raya giştî ra bihêle. Hollandaya ku dibêje wan bi salan di vê mijarê da ders daye Tirkiyeyê, lê bi kirineke wiha ve şaşiyeke mezin kiriye."

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Albayrak: "Tirkiye dewleteke mezin û bihêz e. Dê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û mafên demokratîk da her cure pêdawîstiyê pêk bîne. Bira tu şika welatiyên me yên çi li Tirkiyeyê û çi jî li dervayê welat ji vê yekê tunebe."