12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ÎSTANBUL
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya bi balafireke taybet ve vegeriya welêt.
Wezîr Kaya li Balafirgeha Ataturkê bi Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak re civîneke çapemeniyê li dar xist.
- "Em li Hollandayê rastî miemeleyeke pir tund û nenazik hatin"
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Kaya li balafirgehê di daxuyaniya xwe de got ku ew bi miemeleyeke xeyrîexlaqî ra rûbirû mane û wiha axivî: "Li Hollandaya ku qala demokrasî, azadî û azadiya beyanê dike, bi rastî jî me şeveke pir biêş derbas kir. Meslehetguzarê me ku di asta balyoz da tê hesibandin, hat binçavkirin. Hevalên min ên pasewan, şêwirmendê min, ekîba min a 5 kesî hat binçavkirin. Em jî ji wesayîtê hatin derxistin û herwiha digel polêsên Hollandayê em birin navenda polêsan a li ser sînorê Almanyayê û li wir li navenda polêsan em saet û nîvekê hatin rawestandin. Em rastî miemeleyeke pir tund û nenazik hatin."

- "Azadiya axaftinê, mafê civînê ev hemû hatin binpêkirin"
Kaya got ku azadiya axaftinê, mafê civînê ev hemû hatin binpêkirin û wiha dewam kir: "Hûn jî dizanin bernameyên hevalên me yên wezîr betal dikin. Divê ev tevger li ber çav re bê derbaskirin. Ev tevgereke ne demokratîk e. Em diçin li wir da ku bi welatiyên xwe re bên bal hev û behsa sîstema hikûmetê ya nû bikin. Azadiya axaftinê, mafê civînê ev hemû hatin binpêkirin. Li Hollandayê jî duh êvarê hemû azadî hatin binpêkirin. Li wir li hember welatiyên me yên ku dixwastin bi me re bên bal hev miemeleya dijî mirovahiyê hatin kirin. Bi kuçik û hespan ve êrîşî wan kirin."
- "Divê ev tevgera Hollandayê bê şermezarkirin"
Wezîr Kaya anî ziman ku divê ev tevgera Hollandayê bê şermezarkirin û wiha pê de çû: "Divê siyasetmedarên Rojavayê yên hesas û xwedîwicdan van bûyeran bibînin, ji dil şermezar bikin û vê bi deng bibêjin. Divê hemû dinya vê tevgera ku him dijî dîplomasiyê ye û him jî dijî mirovahiyê ye şermezar bike."
- Wezîr Albayrak: "Ji bo demokrasiya Ewropayê şeveke rûreş bû"
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak jî bertek nîşanî tevgera Hollandayê da û wiha axivî: "Ji bo Hollandayê ji bo demokrasiya Ewropayê ji aliyê mafên mirovan û azadiyan va şeveke rûreşiyê derbas bû duh êvarê. Lewra ji bo parzemînê dibêjin ku qada demokrasiyê, lê li dijî temulên navneteweyî, li dijî hiqûqa navneteweyî çi hebe duh êvarê li ber çavê hemû dinyayê binpê kirin. Ev hemû kirin nizanim têrê dike ku meriv bêje bi mantiqa Naziyan hatiye kirin, lê ya herî baş ew e ku meriv vê yekê ji teqdîra raya giştî ra bihêle. Hollandaya ku dibêje wan bi salan di vê mijarê da ders daye Tirkiyeyê, lê bi kirineke wiha ve şaşiyeke mezin kiriye."

- "Çi lazim bike emê bikin"
Albayrak destnîşan kir ku li hember tevgera Hollandayê çi lazim bike ewê bikin û wiha dewam kir: "Tirkiye dewleteke mezin û bihêz e. Dê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û mafên demokratîk da her cure pêdawîstiyê pêk bîne. Bira tu şika welatiyên me yên çi li Tirkiyeyê û çi jî li dervayê welat ji vê yekê tunebe."
- Ji Hollandayê skandala dîplomatîk
Hikûmeta Hollandayê destûr nedabû ku Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya bi civaka tirkan û nûnerên dîplomatîk re bên bal hev.
Li ser vê astengiyê Wezareta Karên Derva jî ji Hollandayê re gotibû ku bila Balyozê Hollandayê yê ku niha derketiye îznê û ne li Tirkiyeyê ye heta demekê venegere li ser wezîfeya xwe ya li Tirkiyeyê.
Ji bilî vê di protestoyên li Hollandayê de polêsan bi awayekî tund, bi kuçikan va mudaxeleyî welatiyên tirk kiribû. Parêzvanên wezîr Kaya binçav kiribûn.
Polêsan destûr nedabû Kayayê û ew di bin nezareta polêsan de biribûn Almanyayê.