Li Şirnexê di pevçûna bi terorîstên ku bi çekên lûledirêj û roketavêjan êrîşî yekîneya eskerî kirin re de 2 esker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin terorîstan bi çekên lûledirêj, kanas û roketavêjan êrîşî navenda leşkerî ya Tahtakayaliklari ya ku ewlehiya Tabûra Neteweyî ya li rêya Şinex-Ûlûdereyê pêk dianî kir.
Hêzên ewlehiyê demildest bertek nîşan dan û di pevçûna ku derket de 2 leşker birîndar bûn.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirina Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê û li herêmê operasyona ku firoke piştgirî didinê dan destpêkirin.