Türkan Tosun
01 Nîsan 2019•Rojanekirin: 03 Nîsan 2019
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê li gorî encamên neteqez ên hilbijartinê namzedê AK Partiyê Tahir Sakli bi ser ket, serkeftina wî bi kêfxweşî hat pejirandin.
Sakli li gorî encamên neteqez ji sedî 49,11ê dengan hilda û bi ser ket.
Piştî serkeftina Sakli welatî li ber avahiyê hilbijartinê ya AK Partiyê kom bûn.

Welatiyan govend girt û hezkirina xwe nîşanî Sakli dan.
Sakli pîrozbahiyên welatiyan qebûl kir û got li welêt aramî û xizmet bi ser ketiye.
Sakli got ew hemû bira ne û wiha dewam kir: "Şemdînlî di navbera Iraq û Îranê de navçeyeke biçûk e. Em nikarin li vir wek mixalifê dewleta xwe bijîn. Her keliya rojê hewcedariya me bi dewleta me heye. Lewra hewcedariya vî welatî bi aramî, refah, kar, xwarin, aştî û biratiyê heye. We ev tişt pêk anî. Emê bi awayekî medenî serkeftina xwe pîroz bikin û xizmetê bikin. Ji vir pê va berpirsyarê dest pê dike. Divê xizmeta vî gelî bê kirin. Emê bi hev ra bi ser bikevin."