ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, beriya serdana xwe ya Türkmenîstanê li Balafirgeha Esenbogayê cîvîneke çapemenîyê li dar xist û qetlîyama li Mîsrê, li dijî derbenexwazan tê kirin, nirxand. Serokwezîr wiha got: "Gelê Misrê ji bo ku li îradeya xwe xwedî derkeve têdikoşe lê derbekir guleyan direşînin ser wan. Ev qetliyamê hemî dinya li ser televîzyonê temaşe dike."
Serokwezîr wiha dewam kir: "Heta ku em rastîyên xwe yên pê bawer in nebêjin, em nikarin li ser pêyên xwe bisekinin. Em ê rastîyên ku em pê bawer in her dem bibêjin. Kesên li hemberî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in. Ez wisa difikirim ku ev mirovên ku bawerî bi şehadetê anîne, li Mîsrê zû an dereng dê têkoşîna xwe ya demokratîk qezenc bikin. Divê dewletên rojavayî jî vê fêm bikin. Jixwe heke welatên rojavayî di vê mijarê de gavên samîmî neavêjin, li dinyayê dê baweriya demokrasiyê kêm bibe."
Helwesta Tirkiyê zelal e
Serokwezîr got: "Ji roja derbeyê ya ewil 3ê tirmehê heta niha me ev derbe rexne kir. Me her dem piştgirî da xwepêşandanên demokratîk yên li dijî derbeyê. Lê em rexne kirin û ji me re gotin hun têkilî karên Misrê yên navxweyî dibin. Ji me re gotin hûn çima tevli karên navxweyî yên ereban dibin. Heke wisa ye we çima ji bo Sûrîye, ji Tirkiyê piştgirî xwast. Ma sûrîyî ereb nînin. Mîsîr jî cîranê me ye. Têkîlîyên yên şaristanî û çandî hene."
Serokwezîr diyar kir ku artêş gelê xwe dikuje û rexnekirina wê nabe têkilîbûna karên navxweyî û wiha pê de çû: "Li ser cîhana îslamê dek û dolab tên lîstin. Ev dek û dolab li dijî me ne jî. Tu kes naxwaze Tirkiye hêzdar bibe lê em mecbûr in ku hêzdar bibin. Bila her kes bizane ku yên li hemberî vê wahşetê bê deng dimînin, guneha zarokên ku li Misrê tên kuştin li stuyê wan e jî."
Dîvê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî demildest kom bibe
Serokwezîr got dîvê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî demildest kom bibe û ji bo ku ev xwîn bê seknandin, demildest dest biavêje vê meselê.