Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Abdûlhamît Gul wiha got: "Hemû mafên ku tevgera siyasî ya kurdan ji roja ku derketiye heta niha dixwaze ne bi çekan, bi nêrîna reformîst a AK Partiyê çêbûn. Bi çekan tu daxwazên meşrû bi cî nayên."
Bi telîmata Serokwezîr Ahmet Davutoglu heyeta di bin serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Abdûlhamît Gul de ya ku ji Parlementerê AK Partiyê yê Adiyamanê Adnan Boynukara, Parlemeneterê AK Partiyê yê Nîgdeyê Alparslan Kavaklioglu, Endamê MKYKya AK Partiyê Muhammed Îkbal Seyda, Parlementera berê ya Wanê Gulşen Orhan, Seroka berê ya Jinan a Mêrdînê ya AK Partiyê Zeynep Alkişê pêk tê, Walîtiya Mêrdînê ziyaret kir.
Heyetê piştî hevdîtina bi Walî Omer Faruk Koçak re Serokatiya AK Partiyê ya Mêrdînê ziyaret kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Gul vir axivî. Gul got ku bi peywirdarkirina Serokwezîr Ahmet Davutoglu hatin Mêrdînê, dê bi esnaf, welatî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl re bên bal hev û li ser pirsgirêkan hevdîtin bikin.
-"Em di nav bûyer û pêvajoyeke ku rêxistina terorê rasterast jê berpirsyar de ne"
Gul bi bîr xist ku 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye û da zanîn ku di nav rojên wisa de ne ku kesên dibêjin ku "aştî" destê xwe ji çek û pevçûnê nakişînin.
Gul da zanîn ku her kes dibîne ku di van rojên dawîn de tehdîda rêxistina terorê ya ser welatiyên sivîl gihiştiye çi astê û wiha axivî:
"Herî dawî me duh êrîşa ku qesdê canê doxtorekî kir dît. Me dîsa bûyera ku dilê mirov disojîne ya Mehmet Simpîlê 13 salî ya ku ji çapemeniya navend hinekan bi operasyoneke nêrînê wekî "dînamît zû teqiya" da dît. Ciwanê me mir. Em di van hemû bûyeran de di nav bûyerên û pêvajoyeke ku terorê daxist bajêran, bajêr terorîze kirin de û rêxistina terorê rasterast berpirsyarê wê ye de ne."
Gul diyar kir ku operasyonên ser rêxistinên terorê der heqê kesên hewl didin ku nîzama kamûyê xira bikin de ne û destnîşan kir ku Tirkiye dê tu carî venegere salên 90î. Gul destnîşan kir ku temînata vê yekê AK Parti ye û wiha axivî: "AK Partî bi destbiketiyên xwe yên 13 salî, şoreşên xwe yên bêdeng, reformên ku kir, bi taybetî bi pirsgirêka kurdan re, reformeke ji derxistina mirovên yekcureyî, ji polîtîkayên jixwedûrxistin, red û asîmîlasyonê dûr kiriye."
-"Bi awayekî herî xurt pêkanîna nîzama kamûyê dê berdewam bike"
Gul got "Li hember PKKya dixwaze ku herêm bibe wekî salên 90î, biryardar in ku nîzama kamûyê bi awayekî herî xurt pêk bînin. Ev operasyon tu carî ser welatiyên sivîl, gelê herêmê û welatiyên me nînin." û da zanîn ku ji bo ku beriya kuştinên ku rêxistina terorê dike bigirin ev operasyon dikin.
Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Abdûlhamît Gul diyar kir ku AK Partî dê li hember êrîşeke li ser welatiyên sivîl bisekine û axaftina xwe wiha berdewam kir: "AK Partî dawî li nêrîna dewletê ya ku bûyerên salên 90î anî serê gelê herêmê, anî. Mirov dibêje ku hin kes ji vê yekê aciz bûne û dîsa di vê mijarê de rêxistina terorê, bi kuştinên kiryar nediyar, mirina welatiyên sivîl dixwazin ku vegerînin wê atmosfera berê."
-"Bi çekan tu daxwazên meşrû bi cî nayên"
Gul got ku "Bi çekan tu daxwazên meşrû bi cî nayên. Em dê tu carî destûr nedin ku gelê herêmê bixin bin siya çekan û tehdeyê de." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Hemû mafên ku tevgera siyasî ya kurdan ji roja ku derketiye heta niha dixwaze ne bi çekan, bi nêrîna reformîst a AK Partiyê çêbûn. Bi çekan tu daxwazên meşrû bi cî nayên. Mafên demokratîk tenê bi siyasetê pêş dikevin. AK Partiyê çawa dawî li weraseta leşkeran anîbe, heke îro ew kesên dibêjin ku li ser navê gelê herêmê siyasetê dikin jî nekarin ji bin siya çekan xilas bibin dê tu feydeya wan ji gelê herêmê re tunebe."
Gul da zanîn ku AK Partiyê wekî ji bo hilbijartinê şerdersixtinê sûcdar dikin û wiha axivî: "Madem dê AK Partî di hilbijartinê de dengên xwe ev qas zêde bike, dawî lê bînin û leşker û polêsên me şehîd nekin, qesdê canê zarokên me yên 13 salî nekin, mamoste û doktorên me nerevînin. Ji ber wê jî nêrîna vir nêrîneke gelekî cidî ya provokatîf e."
Gul daxuyand ku dê partiya wan heta dawî hem azadî hem jî parastina nîzama kamûyê biparêze.
-"Dê tu kes nekare ku biratiya me ya hezaran salî xira bike"
Gul diyar kir ku wek AK Partî biryardariya vîna Pêvajoya Çareseriyê berdewam dike û wiha axivî: "Lê çek dê bi hemû hêmanên xwe ve ji herêmê derkeve derveyî welêt. Li Tirkiyeyê û herêmê dê demokrasî ji nû ve bi ser bikeve. Operasyona aramî û demokrasiyê, înşeallah dê encama pêkanîna nîzama kamûyê ya ewlehiya gelê me yê herêmê bide. Dê tu kes nekare ku biratiya me ya hezaran salî xira bike. Di vê mijarê de dewleta me dê her cure bergiriyê bigire. Em ji hemû aliyan dixwazin ku bê şert û merc rêxistina terorê ya ku berpirsyarê mirina sivîlan e şermezar bike, li dijî bisekine."
Lijne pişt re li Mala Mamosteyan a Mêrdînê bi nûnerên saziyên sivîl re hat bal hev.