ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hukûmetê Bûlend Arinç, li Avahiya Navendê ya Serokwezîriyê, gava ku civîna Lijneya Wezîran dewam dikir daxuyanî da rojnamevanan.
Rojnamevanek ji Arinç pirsî 'Gelo li Sûrîyê birêvebiriyeke xweser ava bibe, dê Tirkiye ji bo bikaranîna hêza xwe ya leşkerî tu daxuyaniyan bide an na?' Li ser vê yekê Arinç bal kişand ku ev çend roj in bala xwe hemû dane li ser bûyerên bakurê Sûriyê.
Arinç diyar kir ku hemû rûdanên li Sûriyê yek bi yek dişopînin. Arinç got ku hem ji bo herêmê hem jî di qada navneteweyî de gelek encamên neyînî yên îxtilafa Sûriyê hene. Mixabin bandora vê yekê jî li ser ewlehî û îstiqrara herêmê zêde dibe.
Arinç bi bîr xist ku sînor gelek nêzê hev in û ji ber pekîna guleyan li alîyê Tirkiyeyê welatiyek mir û çend kes jî birîndar bûn. Arinç got ku hin kom ji valahiya otorîteyê sûd werdigirin û vê yekê li gor armancên xwe bi kar tînin. Tirkiye rûdanekî ku yekîtiya siyasî û tevayiya xaka Sûriyê dixe xetereyê qebûl nake. Tirkiye ji bo ewlehiya sînoran û welatiyan heya niha her cure tevdîrên xwe girtine dê ji niha pê de jî bigire.
Arinç got ku di gel van hewildanên siyasî li hin herêmên diyar, bi awayekî lêferzkirî avakirina rewşên defakto dê bandoreke gelek neyînî li ser yekîtiya Sûriyê bike. Arinç wiha pê de çû: "Rejîmê feraset û meşruiyeta xwe winda kiriye. Rejîm ji bo ku hebûna xwe bidomîne dikare ji nakokîyên di nav komên welat de sûd wergire û wan berde hev. Lê em dizanin ku gelê Sûriyê demeke ew qas dirêj bi hev re jiyane ku nakevin van dafikan."
Arinç destnîşan kir ji serê bûyeran heta niha yekîtiya xaka Tirkiyeyê ji bo wan esas e û got em dizanin ku li ser mijareke hesas in. Em di nav tevayiya vê xakê de dixwazin ku li Sûriyê rejîmeke demokratîk bê birêvebiriyê. Me vê yekê berê jî ji bo Îraqê gotibû. A duyem jî em dixwazin li Sûriyê hemû komên nijadî, mezhebî û dînî û cemeat di nav pergaleke demokratîk de bi awayekî wekhev bên nimandin. Lê rewşên defakto derveyî van fikrên me ne. Ji ber ku mirovên li wir bi salan e ne bi awayekî homojen, lê belê bi awayekî tevlihev bi hev re dijîn. Cihên ew li wir dijîn ji hev nehatine veqetandin. Divê her kes jî bizanibe ku qirkirineke nijadî nayê qebûlkirin.
Arinç got ku rejîma Sûriyê tehdê li gelê xwe dike, bûyerên li Sûriyê bûn sedema mirina ji 100 hezar kesî zêdetir. Ji Milyon û nîvan zêdetir Sûriyî jî mecbûr man ku biçin xwe bispêrin welatên din. Arinç diyar kir ku gelek bajar xirab bûn, mirovên bêguneh û zarok ji hêla rejîma Sûriyê ve hatin kuştin.
Arinç got ku mixabin digel hêzên çekdarî yên rejîmê ji welatên din jî ji bo arîkariya wan hêzên çekdarî hatin. Hêj jî ji welatên din arîkariya çek û hwd... tên kirin. Arinç wiha axivî: " Rejîm hewl dide ku xwe xilas bike. Welat hat rewşeke wisa ku dikeve bin bandora her tiştî de. Li alîyekî Artêşa Sûrî ya Azad jî ji hêla din ve gelek komên çekdarî ketin pêşbaziya hakimiyetê. Di vê valahiyê de hin kes jî bi lêferzkirinan û bi sudwergirtina firsendê dixwazin hebûna xwe îspat bikin. A rast rewş wiha ye. Rewşeke ne xweş e. Em naxwazin ku tu welat bi gelê xwe re di nav şer de be, walahiya otorîteyê hebe û bikeve rewşeke wiha."
Hêzên Çekdarî yên Tirkan di bin çarçoveya prensîbên angajmana di meriyetê de heke hewce bike dikare demildest li ber rabe. Ji bo ewlehiya sînor û welatiyên xwe, li hember her cure gefê em bi hemû saziyên xwe re di nav têkiliyê de ne. Hemû sazî bi hev re bi lezgînî tev digerin û bergiriyên hewce digirin.
Arinç got ku me heya niha bi dehan car anî zimên ku em li Sûriyê birêvebiriyeke defakto yên ku ji hêla komeke etnîk an jî mezhebî ve hatiye avakirin, qebûl nakin. Em dixwazin ku pergalekî meşrû, demokratîk û xwe spartibe wekheviya makezagonî ku ji kîjan etnîk, mezheb û dînê dibe bila bibe, hemû Sûriyiyan di xwe de dihewîne bê avakirin.
Arinç diyar kir ku li Sûriyê ji sedî 10ê nifûsê kurd in. Lê kurdên li wir bi salan nehatin dîtin û statûya welatîbûnê jî nedan wan. Arinç got ku têkiliyên Sûrî û Tirkiyeyê beriya van bûyeran gelek baş bû. Daxwazên serokwezîr û serokamarê me yên ji Esed ew bûn ku mafê wekheviyê û welatîbûnê bide kurdan, bila kurd jî di nav civakê de cihê ku heq dikin de bin. Heke kurdên Sûriyê îro hin maf bi dest xistibin divê her halê de rola erênî ya Tirkiyeyê qebûl bikin.
Arinç diyar kir ku hewldanên avakirina herêmên otonom û birêvebiriyên xweser... gotinên wan cuda, kirinên wan cuda ne. Ji ber vê yekê divê nirxandinên biferaset bên kirin û rûdan yek bi yek bên şopandin. Tirkiye vê yekê paşguh nake. Em li wir ji aliqandina nîşaneyeke ku ew wek al qebûl dikin, wateyên wek avakirina birêvebiriyekî jê dernaxînin.
Arinç ragihand ku Serokê MHPê yê giştî Devlet Bahçelî dixwaze ku mudaxeleyekî leşkerî ji bo Sûriyê bê kirin lê Arîkarê Serokê Giştî yê CHPê Faruk Logoglu jî gotiye li hember vê yekê bi tu awayî divê mudaxeleyekî leşkerî neyê kirin. Arinç got ku ji ber vê yekê muxalefet çi dibêje bila bibêje, nirxandineke çawa dike bila bike hikûmeta me bûyeran bi hesasiyeteke mezin dişopîne. Em tu çalakiyên defakto yên ku li dijî Tirkiyeyê ne qebûl nakin.
Arinç der barê mijara civînê û biryara Şûraya Dewletê ya der barê mamosteyan de agahî dan. Arinç dest nîşan kir dibe ku beriya cejna remezanê Lijneya Wezîran dîsa necive. Ji ber vê yekê dixwazim mizginiyekê bidim we. Ji roja ewilîn ya cejnê di saet 00.00an heya saet 24.00ê 11ê tebaxê dê rêbej bê pere bin. Lijneya Wezîran biryar da ku di cejnê de dê siwareyên şaredariyê yên di xizmeta gel de an bê pere bin an jî erzan bin.
Daxwaza Abdullah Ocalan
Rojnamevanek bi bîr xist ku heyeta BDPê çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî û got ku daxwazên Ocalan gihiştin raya gel. Ji van yek ev e ku Ocalan dixwaze bi rojnamevanan re hevdîtinek pêk bîne. Rojnamevan ji Arinç pirsî 'Gelo ev mijar di Lijneya Wezîran de hat axaftin, hûn çawa dinirxînin?' Li ser vê yekê Arinç got ku ev mijar ne mijareke wisa ye ku di Lijneya Wezîran de bê axaftin û diyar kir ku ew bixwe bi Wezîrê Edaletê re hatiye bal hev. Arinç wiha pê de çû: "Tirkiye dewleteka hiqûqî ye, mehkumekî ku cezaya muebet ya giran xwariye dê bikare bi kê re, kengî û çawa dê li bal hev, di rêziknameyê de hatiye diyarkirin. Heke namzed bixwazin mehkûmî bibînin, destûra wî di dest Wezîrê Edaletê de ye. Destûra hevdîtina wî û xizmên wî yên nêz jî bi prosedûran hatiye diyarkirin. Ocalan bêje ez dixwazim bi pêgirên çapemeniyê re bêm li bal hev, ev yek daxwaza wî ye. Hewce nake ku mirov ji bo bicihanîna vê daxwazê zêde li der dora xwe binêre. Li gor mewzûata heyî ev yek ne gengaz e. Heke em li rêziknameyên berê jî binêrin, em ê bibînin ku bi tu awayî ne gengaz e mehkumekî li hember pêgirên çapemeniyê civînek li dar bixe. Pirsîna vê yekê jî ne caîz e. Ji ber ku her kes dikare tiştekî ku di rêziknameyan de, qanûnan de, hiqûqa navneteweyî de cih nagire bixwaze, lê bicîhatina vê yekê girêdayî mewzûata di destê me de ye."
Cejna Remezanê
Arinç destnîşan kir dibe ku beriya cejna remezanê Lijneya Wezîran dîsa necive. Ji ber vê yekê dixwazim mizginiyekê bidim we. Ji roja ewilîn ya cejnê di saet 00.00an heya saet 24.00ê 11ê tebaxê dê rêbej bê pere bin. Lijneya Wezîran biryar da ku di cejnê dê siwareyên şaredariyê yên di xizmeta gel de an bê pere bin an jî erzan bin.
news_share_descriptionsubscription_contact
