KAHRAMANMARAŞ
Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal, li Kahramanmaraşê beşdarê fitara Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê bû. Der barê rûdanên li herêmê diqewimin axivî. Unal rewşa derbeya Misrê, rûdanên li Sûrîyê, polîtîkayên Îran û Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî anî rojevê û ragihand ku ew wan bûyeran ji nêz vê teqîb dikin. Unal destnîşan kir ku Esed ji bo hebûna xwe ya li bakurê Sûriyê PYDê dike lîstik, em li hemberî vê yekê bê deng namînin.
Unal wiha got: "Yên ku li Sûrîyê ji dîktatoriya kujerê 100 hezar kesî re dengê xwe nakin, ji derbeya Misrê re ku Serokomarê hilbijartî hat daxistin re bê deng dimînin. Ev durûtî ye. Esed, ji bo hebûna xwe ya li bakurê Suriyê PYDê dike lîstik, em ji vê yekê re bê deng namînin. Em li hemberî Malikîyê ku bi Îranê re hevkariyê dike jî bê deng namînin. Me ji dinyayê re îlan kir ku em ji lîstikên navxweyî jî haydar in."