Wezîr Davutoglu, piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan. Davutoglu diyar kir ku hevdîtineke berfireh kirin û li ser mijarên Ukrayna, Sûriye û Qibrîsê sekinîn.
Davutoglu destnîşan kir ku yekîtiya axa Ukraynayê û yekîtiya siyasî zehf girîng e û heke di vî warî de tawîz bê dayîn, ne bi tenê li herêmê, dê li hemû Avrasyayê encamên ne baş derkevin holê. Davutoglu bal kişand ser yekîtiya axa Ukraynayê û wiha axivî: "Di hevdîtinên bi Rûsyayê re jî em li ser vê mijarê sekinîn. Em hêvî dikin ku biryara xweseriyê ya ku Komariya Xweser a Qirimê da û biryarên berê wek xirabûna yekîtiya axa Ukraynayê neyê nirxandin. Hemû rêyên siyasî divê bên axaftin, lê bi tenê divê yekîtiya axa Ukraynayê neyê binpêkirin."
- Tirkiye der barê Qirimê de bi biryar e
Wezîr Davutoglu daxuyand ku li Qirimê bi Mustafa Cemîl Kirimoglu re her tim di nav têkiliyê de ne û wiha axivî: "Bi taybetî em li ser Qirimê û bûyerên dawîn ên ku qewimîn, gavên ku divê bên avêtin axivîn. Di vê mijarê de raya giştî divê bi baldarî bûyeran û pêşeroja tatarên Qirimê bişopîne, ev dê bi feyde be."
Davutoglu got ku her tim li cem tatarên Qirimê ne û wiha pê de çû: "Piştî vê jî ji bo ku tatarên Qirimê li wir hebûna xwe baş biparêzin, Tirkiye bi biryar e ku hemû gavan biavêje. Parastina mafê wan ji bo me deynekî dîrokî ye. Deynê biratiyê ye. Ji ber vê em dê bi hemû aliyan ve hevdîtinên xwe pêk bînin û bixebitin."
- Mijara Qibrîsê jî di rojevê de ye
Wezîrê Karên Derve Davutoglu daxuyand ku di hevdîtinê de mijara Qibrîsê jî hat rojevê û wiha got: "Em li ser vê mijarê jî sekinîn ku divê hevdîtin bi aştî bidomin."
- Bûyerên li Sûriyeyê
Davutoglu diyar kir ku mijara Ukraynayê divê trajediya li Sûriyeyê nede jibîrkirin û wiha got: "Hêvî dikim ku li gor mantiqa Cenewre 2yê hemû alî cardin bên bal hev."
Davutoglu daxuyand ku Tirkiye her tim li cem Sûriyeyê ye û naxwazin axa Tirkiyeyê bibe cihê pêvçûnên di navbera koman de.
- Mirina Berkîn Elvan
Davutoglu ji bo mirina Berkîn Elvan jî wiha got: "Ez dixwazim xemgîniya xwe bînim ziman û ez sersaxiyê didim. Jiyana her welatiyê me ji bo me girîng e. Mirineke wiha me hemûyan xemgîn kiriye. Ez sersaxiyê didim malbata wî."