AKSARAY
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di mitînga partiya xwe ya ku li Qada Bajêr a Aksarayê hat lidarxistin de axivî û ji bo hezkirin û tewecuha wan, ji welatiyên li Aksarayê re spas kir.
Erdogan bi bîr xist ku gelê Aksarayê di hilbijartinên 2002yan de ji sedî 48, 2007an de ji sedî 63, 2011an de jî ji sedî 66 raya xwe dan Ak Partiyê.
Serokwezîr Erdogan got ku hilbijartinên di 30yê adarê de ji bo Tirkiye û Aksarayê bi xêr be û welatiyan ji bo demokrasiya xwe ji hilbijartinê re amade dikin û wiha got: "Em di demeke wisa re derbas dibin ku yên ku heviya xwe ji sindoqê birîne û serî li tiştên mayîn dixin dê têk biçin. Ev demeke wisa ye ku hin kes ji desthilatdariya milet aciz in û ji bo ku desthilatî têkeve destê wan dixwazin ku dîsa vegerin Tirkiyeya berê û dafikên bi qirêj datînin."
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku desthilatdariya gel hin kesan di hundir de û li derveyî welêt aciz dike û wiha axivî: "Çi digotin, gelo hûn dizanin? Digotin ku şivanê ji Aksarayê, çawa dibe Tirkiyeyê bi rê ve dibe? Bazirganên ji Aksarayê, çawa dibe Tirkiyeyê bi rê ve dibe? Dixwazin motanî Tirkiyeya berê welêt bi nûçeyan ve bi rê ve bibin. Dixwazin motanî berê bila holding, bazirgan û merivên elît Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Meseleya wan em nînin, meseleya wan welatiyên me ne."
Serokwezîr Erdogan got ku CHP hem di saxiya wî de û hem jî ji di mirina wî de zilm li Seîdê Nûrsî kir, hemû pîrozwerî hilda bin piyên xwe, kilît li derê qursên Quranê xist, hînkirina Qur'anê qedexe kir, mizgeft xiste tewle.
Erdogan eşkere kir ku CHP û zihniyeta CHPyê bi salan zilm li qîzên sergirtî kir û wiha axivî: "Wan dibistanên navîn ên Îmam Xetiban girtin. Wan ji Pensilvanyayê re pirsên herî giran gotin. Serokê CHPê Kiliçdaroglu di meclisê de got ku Pensîlvanya milîtanan perwerde dike. Kiliçdaroglu dixwest ku meclis der heqê wan de lêpirsînê veke. Lê belê niha CHP û Pensîlvanyeyê destê hev girtine. Ne tenê ew, rêxistinên terorê jî dest dane wan. Çapemenî piştgiriyê dide wan. 6 meh berê wiha nebûn. Wan hemûyan destê hev girtine ku kuçe û kolanan hilweşînin û agir berdinê."
Erdogan got ku "Wî zatê ku li Pensîlvanyayê dijî qaşo dibê ez li ser rêça Seîdê Nûrsî me, lê wek Seîdê Nûrsî tevnagere. Seîdê Nûrsî çawa ku firsend dît ji Sibîryayê vegeriya Tirkiyeyê, lê ev zat di sala 1999an de ji Tirkiyeyê reviya û çû welatekî din. Ew kesên ji ber ku kurd bû, neçûne bal Seîdê Nûrsî, niha jî ji bo têkbirina pêvajoya çareseriyê çi ji destê wan tê dikin."
Serokwezîr Erdogan wiha axivî: "Wisa bawer kirin ku dê di 17ê çileya pêşîn de bêbextiyên wan dê bên qebûlkirin, rojekê şahî kirin, lê niha ketine nav fikaran."
Serokwezîr Erdogan bal kişand ku êdî dengê çekan nayê û got ku "Bi salan bi gotinên wekî tu kurd î, tu tirk î cudahî xistin navbera gel. Lê em niha dilan dikin yek, çekan ji dewrê derdixin û siyasetê dixin dewrê."
Edogan destnîşan kir ku duh hin kesan li Stenbolê di merasima cinazeyê Berkîn Elvan de êrîşî erebeyeke agirkujiyê kirine û li agirkujêrekî xistine û got: "Ew ji merivahiyê bê par in."
Erdogan bal kişand ku duh êvarê li Stenbolê Burak Can Karamanogluyê ku nû ji leşkeriyê vegeriyaye hat kuştin û wiha pê de çû: "Ew ên ku duh ewqas tişt dinivîsîn, ewqas xeber didan û digotin 'em zehf xemgîn bûne' gelo ji bo Burak Can Karamanogluyê ji Gîresunê dê çi bêjin? We tu tiştek ji wan bihîst gelo?"