13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
MANAMA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Li vê cografyayê qedera me jî kedera me jî yek e. Li ser vê axê paşeroja me jî pêşeroja me jî muşterek e. Tu garantî tuneye ku ew tiştên hat serê xwîşk û birayên me yên li wê derê wê sibê neyê serê me."
Serekomar Erdogan Serokwezîrê Behreynê Xelîfe bîn Selman Al Xelîfe û Prensê Welîahtê Behreynê Selman bîn Hamad Al Xelîfe qebûl kir, piştî hevdîtina ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û nêzî saetekê dewam kir, civîna çapemeniyê ya hevpar lidarxistin.
Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku misilman li ser esasên nasnameya nijadî, ziman, qebîle, reng û mezhebî ji hev hatin dûrxistin û wiha pê da çû: "Niha ew li Sûriye, Iraq, Lîbya, Yemen û gelek deverên din xwe bi xwe tune dikin. Em hemû bi hev re temaşe dikin ku bajarên roniya çavên medeniyeta Îslamê û Ereban bûne qada rêxistinên terorî, şerê biwekalet û ziyandanê di navbera hêzên biyanî. Li hemberî vê rewşê wijdanê însaniyetê bêdeng maye, muqtedir jî destên xwe difirikînin, riyakar jî mixabin hêsirên derewîn dirijînin."
Di axaftina xwe da Serokomar bal kişand ser alema Îslamê û got: "Ji bo alema Îslamê, hetta ji bo pêşeroja însaniyetê wextê yekbûnê û gavavêtina bi hev re ji zû ve hatiye. Kêliya ku cîranên wan di nav zîlletê de bin, birayên wan ên ku bi heman zimanî diaxivin û berê xwe didin heman qibleyê di bin zilmê de bin; tu welat, tu civak nikare tenê rehetiya xwe û pêşeroja xwe bifikire."
Der barê Herekata Mertalê Feratê da jî Serokomar ragihand ku ew gava avêtin li hedefekê asê bû û wiha pê da çû: "Piştre em berê xwe bidin rojhilat û li Minbic û Reqqayê bi hêzê Koalîsyonê re gava muşterek bavêjin, bi vê gava muşterek re hedefeke diyar li wê derê ku ev jî herêmeke ewle ya ji terorê hatiye paqijkirin mumkin bibe. Ev herêma ewle ku ji terorê hatiye paqijkirin, dê bi taybet birayên me yên Ereb û Tirkmen îmkanê bicihbûnê peyda bikin."
Erdogan li ser qada ji terore hatiye paqijkirin jî wiha got: "Berî çend mehan qada 2 hezar kîlometre çarkoşe ku terorîstan hespê xwe lê dibezand, me aniye halekî ku bibe hêlîna hêviyê û qada ewlehiyê. Lê têr nake. Hedefa me ew e ku em li vê derê qadeke 4-5 hezar kîlometre çarkoşe ku ji terorê paqij bûye bikin herêma ewle. Li vê derê aciziyeke ciddî heye. Ev xebat, niha berdewam e."
Serokomar Erdogan qala xweşî û başiya dînê Îslamê kir û xwest bila tu kes Îslam û terorê bi hev ra neyîne ser zar û ziman lewra Îslam dînê aştiyê ye û wiha dewam kir: "Niha li hin deverên dinyayê, hin kes hene ku Îslam û terorê bi hev re zikir dikin. Ez ji vir dîsa bang dikim. Bila tu kes, Îslam û terorê bi hev re neyîne ziman, bila tu kes radîkalîzm û Îslamê neyîne kêleka hev. Lewra, Îslam radîkalbûnê qebûl nake."
Erdogan der barê DEAŞê da jî got ku DEAŞê, her daîm teror belav kiriye û wiha dewam kir: "DEAŞ rêxistineke terorî ye, lewra dînê me dînê aştiyê ye. Mixabin DEAŞê, her daîm teror belav kiriye. Însanên bêparastin û bêguneh bi awayekî hovane kuştine. Ev însan (DEAŞ) tu wextî ne Misilman in. Em, niha her daîm di bin tehdîda DEAŞê de ne. DEAŞ, rûreşiya Misilmanan e û li hemû dinyayê Misilman di rûyê van de têne reşkirin. Me, ev yek heq nekiriye."
Rewşa Qudsê û polîtîkayên Îsraîlê jî bûn mijarên ji axaftina Serokomar Erdogan û ji bo wê jî got: "Li Qudsa ku qibleya me ya yekem e divê herkes li dijî fealiyetên ku ne tenê hizûra Misilmanan, herwiha ya camîaya navneteweyî jî xera bike, wijdanê wan birîndar bike û teamulên giştî biguherîne derkeve û di vê mijarê de xemxwar be. Gavên wisa ji xeynî bilindkirina aciziyê tu fêdeyekê nagihîne kesekî. Digel biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi jimareya 2 hezar û 334an jî Îsraîl li Rojhilatê Qudsê û Şerîaya Rojava cihên niştecihbûnê ava dike. Ev tam provokasyon e. Hiqûqê navneteweyî û heqê însan tune tê hesibandin û dorpêçkirin li Filîstînê didome. Bidawîanîna van niştecihên dijqanûnî: Şertê serekî yê îstiqrarê û aştiya mayînde ye li Rojhilata Navîn."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn heke hizûr, aramî, aştî û îstiqrar tê xwestin divê rûdanên li Lîbyayê diqewimin ji nêz va bên şopandin û wiha domand: "Li hemberî rewşa wê Lîbyaya ku têkiliyên me yên eqrabatî û dîrokî pê ra heye ne mimkun e em bêdeng bimînin. Peymana Siyasî ya Lîbyayê ya di sala 2015an da hat îmzekirin ji bo li welêt rûpeleke nû bê vekirin firsendeke girîng e."
Di dawiya axaftina xwe da jî Serokomar qala herêma lê dijîn kir û got: "Em li herêma xwe li kîjan welatî binêrin, mixabin em li ser kîjan mijarê bisekinin, mijara terorê dertê pêşiya me. Di têkoşîna terorê da serkeftina mayînde, bes bi hewildanên mişterek û semîmî yê navneteweyî va pêk tê. Bi vê mebestê çarçoveya Neteweyên Yekbûyî di serî da, çarçoveyên hiqûqî yên ku heta roja îro hatine çêkirin, girîng in, lê têrê nakin."