05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
MANÎSA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Turgutluya navçeya Manîsayê di mitîngê de axivî û got ku 16yê nîsanê ji bo Tirkiyeyeyê rojeke girîng e û wiha dewam kir:"Hêzên me li her derê niha di nav têkoşînê de ne. Hinek piştî 7 hezîranê radibûn di gotin em ê 'xweseriyê' îlan bikin. De heke hûn gelekî cesûr in rabin niha behsa 'xweseriyê' bikin û em we bibînin. Heke em van kesên ku leşker û polêsên me şehîd kirine ji holê ranekin em nemerd in."
- "Serê mar li kî derê be em ê biperçiqînin"
Soylu got ku têkoşîna wan ya li dijî rêxistinan terorê berdewam e. Soylu wiha dewam kir:
"Niha 5 terorîst jî li Uludureya navçeya Şirnexê hatin kuştin. Hêzên me li hemû erda niha di nav têkoşînê de ne. Li dijî rêxistina terorê şer dikin. Serê mar li kî derê be em ê biperçiqînin."