ERBİL
Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi hev re pêşniyarek dan Meclisa Herêma Kurdistana Federal ya Iraqê û xwastin ku maweya wezîfeya Mesud Barzanî 2 salan bê dirêjkirin. Pêşniyar bi dengên zêde hate pejirandin û maweya serokatiya Barzanî 2 salan dirêj bû. Her wiha hilbijartinên serokatiya herêmê jî 2 salan hat paşvedan. Ji bilî vê, maweya Serokê Meclisê Arsalan Bayîz jî 2 salan hate dirêjkirin. Partiyên muxalefetê Goran, Yekgirto û Komalayê nerazîbûneke tund nîşanî vê biryarê dan.
-Li meclisê rakêşî derket
Parlementoya Herêma Kurdistana Federal ya Iraqê di roja dawî ya xebatê de tevlihev bû. Hevdîtin seat di 10ê sibê de dest pê kir. Bi îmzeya parlamenterên PDKyê pêşniyarek hate pêşkeşkirin û hat xwastin ku hilbijartinên serokatiya herêmê û serokatiya meclisê 2 salan bên paşvedan. Dema ku pêşniyar dihat xwendin, parlamenterên muxalefetê bi dengekî bilind nerazîbûna xwe anîn zimên. Parlamenterên PDKyê jî bersiv dan wan. Li ser vê, qêreqêr çêbû. Parlamenterê partiya Goranê Abdullah Mela Nûrî bi Serokê Meclisê Arsalan Bayîz re kete niqaşê û şuşeya avê avête wî. Piştî vê, salon ji nişkê ve tevlihev bû. Parlamenterên PDK û Goranê bi kulman li hev dan. Li ser vê Serokê Meclisê navber da rûniştinê û Abdullah Mela Nûrî ji aliyê ewlehiya parlamentoyê ve, hate desteserkirin.
-Muxalefet tevli dengdayînê nebû
Meclis piştî nîvro dîsa kom bû û pêşniyar hate nirxandin. Piştî niqaşên dirêj partiyên muxalefetê Goran, Yekgirto û Komala ji salonê derketin û tevli dengdayînê nebûn. Pêşniyar di dawiyê de, bi dengên parlamenterên PDK, YNK, serbixwe û Tirkmenan hate pejirandin û bû qanûn. Her wiha maweya Serokê Herêma Kurdistana Federal ya Iraqê Mesud Barzanî û Serokê Meclisê Arsalan Bayîz 2 salan hate dirêjkirin.