Hevserokê HDPyê Selahattîn Demirtaş der barê niqaşên Dêrsimê de wiha got: "Dibêjin CHPyê lêborînê bixwaze. Ya ku Dêrsimiyan eleqeder dike lêborîna dewletê ye. Hûnê li ser navê dewletê bi hev re lêborînê bixwazin an nexwazin hûn dizanin. Wê demê ya ku komkujî kir dewlet bû û îro hûn dewletê rêve dibin. Çi hewce dike divê hûn bikin."
Demirtaş di âxaftina xwa ya komcivîna li meclisê de salvegera Ahmet Kaya bi bîr anî û wiha got: "Hê ku dest bi lêborînan kirine, em bendêne ku ji kursiya parlementoyê bila ji Ahmet Kaya jî lêborînê bixwazin."
Demirtaş behsa axaftinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya der barê dibistanên îmam xetîban kir û wiha axivî:
"Teşwîqê îmam xetîban dike, baş e û xweş e. De were elewîtiyê jî teşwîq bike. Cudahiya pozîtif bike û kesên elewî wek rektor tayîn bike. Li ser navê çareserkirina pirsgirêka elewiyan bi vî gelî ve nelîzin. Wê tu carê çareser nekin. Pirsgirêka kurd jî heman tişt e."
"Hûn hemû li wir bûn"
Demirtaş der barê niqaşên Dêrsimê de wiha got: "Dibêjin CHPyê lêborînê bixwaze. Ya ku Dêrsimiyan eleqeder dike lêborîna dewletê ye. Hûnê li ser navê dewletê bi hev re lêborînê bixwazin an nexwazin hûn dizanin. Wê demê ya ku komkujî kir dewlet bû û îro hûn dewletê bi rê ve dibin. Çi hewce dike divê hûn bikin. Ji bo ku partiya muxalefetê nebaş bike, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî êşa herî giran a di dîroka Dêrsimiyan de cih digre ji xwe re bikar tîne. Ew dibêje "te kir ", yê din dibêje "te kir". Kuro hûn hemû li wir bûn lo."
Demirtaş hin serenavên rojnameyan yên li wê demê mînak nîşan dan û wiha pê de çû: "Hewce nake hûn hevdu sûcdar bikin, hûn hemû ji ber bûyera Dêrsîmê sûcdar in. Hûn tev li hember Dêrsimê sûcdar in. Divê hûn hemû derkevin û lêborînê bixwazin. Wek dewlet, wek partî."
Demirtaş ji bo ravepirsa der barê du wezîran de jî axivî û got ku ji bo xebatên xilaskirinê yên Ermenekê nîvcî nemînin wan ravepirs paş ve avêtin û wê di rojên pêş me de di parlementoyê de bînin rojevê.
Demirtaş polîtikaya AK Partiyê ya der barê der û dor de jî rexne kir û wiha got: "Ji bilî pereyan tu tişt ji bo wan pîroz nîne."