Abdullah Tel
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
NEW YORK
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Me bi Birêz Arîkarê Serokê DYAyê Pence re hevdîtineke behredar kir. Em li ser mijarên welatê me sekinîn. Me di heman demê de li ser mijarên herêmî jî xeber da. Me wek prensîb biryar da ku ji niha pê ve têkiliyên xwe ji asta niha bêtir pêş bixin û hewl bidin."
Serokwezîr Yildirim li Konsolosxaneya New Yorkê bi nûnerên civakên tirk û xizmên wan ra hat bal hev û ji çapemeniyê ra girtî bi wan ra hevdîtin kir.
Yildirim piştî civînê bernameyên xwe yên li DYAyê bi dawî kir û beriya bê Tirkiyeyê jî pirsên rojnamegeran bersivand.
Yildirim diyar kir ku bi Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence re hevdîtineke behredar kirin û wiha pê da çû: "Em li ser mijarên welatê me sekinîn. Me di heman demê de li ser mijarên herêmî jî xeber da. Me wek prensîb biryar da ku ji niha pê ve têkiliyên xwe ji asta niha bêtir pêş bixin û hewl bidin."
Rojnamegerekî îadekirina Fetullah Gulenê serkêşê FETOyê û mijara YPGê bi bîr xist û got ku gelo di hevdîtina bi Pence ra li ser wê mijarê sekinîn yan na û Yildirim jî got: "Me ya divê ku bibe got, me hêviyên xwe gotin, aliyê din jî der barê vê yekê de tiştekî neyînî ji me re negot. Hesasiyeta me ya di vê mijarê de bi me re parve kirin ku haj pê hene ka em çiqas girîngiyê didin vê mijarê. Em ê ji niha pêve bişopînin, bibînin û em ê jî pêngavan biavêjin. Armanca me ne ew e ku em têkiliyan bêtir xirab bikin, armanca me başkirin û pêşxistina têkiliyan e. Feydeya vê yekê ji herdu welatan re jî heye; ji Tirkiyeyê re heye, ji DYAyê re jî heye. Ji ber bê yekê em ê xebata li ser rojeva erênî berdewam bikin."