Ekip
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li ser tawanbariyên dîktatoriyê wiha got: "Vê zêhniyeta ku radibe şexsê min bi faşîstî û dîktatoriyê diwesifîne, hewaleyî miletê xwe dikim. Heke li vî welatî dîktatorî hebûya te dikaribû li meydana Tekirdagê wisa xeber bidî... Wê tu bigirtana bibirana. Bê henek. Li ciyê dîktatorî hebe nikarî wisa xeber bidî. Wê demê ne serokê te yê giştîA ne jî te dikaribû wisa xeber bida."
Erdogan, li Kulliyeya Serkomarê di civîna 41emîn a muxtaran de bi muxtarên ji Erdêxan, Bayburt, Bolu, Bursa, Erzirom, Gazientab, Kayseri, Nigde, Osmaniye, Sinop, Şirnex, Trabzon, Uşak, Wan, Yozgat û Zonguldakê re civiya.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe rexneyên tund li rêxistina terorî FETOyê kir û wiha xeber da:
"Qulên wî yên ku li peyî wî Fetoyê bêbext diçûn kanê li ku ne? Nika hinekên wan di girtîgehan da ne, hinekên wan jî revîn dervayî welêt. Lêbelê yê li Pensîlvanyayê nikare ji wir veqete. Ewî xwe sipartiye ku derê? Wî jî xwe sipartiye Emrîkayê. Ji sala 1999an vir da li ciyê ku jê ra hatiye veqetandin, 400 dolim erdî, tu dibê bi koleyên xwe ra dijî. Tê hetanî kînga bijî? Zû an dereng heqê ciyê xwe bibîne. Lewra te gunehê gelek mezluman hilda. Hilnede gunehê mezlûman ew ê ji te derkeve. Ew ê derkeve. Kesên ku bi tera bûn şirîkê vî gunehî jî ew ê hesab bidin."
Di behsa şeva 15ê Tîrmehê de wiha nirxandin kir:
"Em wan kesên ku wê şevê (15ê tîrmehê) ji ber kêfxweşiyê diqîriyan û ji hevdu ra telefon dikirin dizanin. Lê em ji bo niha em van di televîzyonan de, li vir û li wir nabêjin. Lê di civînên navneteweyî de em wana ji hinekaran re bi taybet dibêjin. Bila tu kes tu kesî nexapîne. Em baş dizanin kî çi ye. Ji ber vê emê êdî nehêlin hin mirovên hin welatan li vir ji xwe ra bi rehetî tevbigerin. Çi hewce bike emê wê jî bikin."
Herwiha bal kişand ser hêzên li pey FETOyê û wiha şirove kir:
"Me serê xwe li ber kesên ku ev welat, ev milet bi dolarekî firotine û ji bêşerefên ku bi çalakiyên çalan dixwestin ku vî welatî perçe bikin neçemand û emê neçemînin."
Li Enqereyê lêdana du xaziyan jî di rojeva Erdogan de bû û wiha axivî:
"Xizmên şehîdên me û xaziyên me ji bo namûsa 80 milyon temamî welatiyên me wekî yadîgar in. Çi şehîd çi xazî yên ku ji bo azadî û siberoja welat û gelê xwe bê xof û tirs ajotin ser mirinê, ciyê wan li ser serê me ye. Divê em serê bixin nava kefa herdu destên xwe û lê bifikirin ku ka ev zirzopên bajaran, ev terorîst û ev zihniyeta ku êrîşî xaziyên xwe dikin û li hemberî xizmên şehîdan bêterbiyetiyê dikin, çawa dibe li vî welatî dihewin."
Sipasiya MHPê jî kir û got:
"Ez ji hemû kesên ku di van belayên hatin serê Tirkiyeyê da piştgirî dan ra sipas dikim. Bi taybetî jî MHP di mijarên ku welat û miletê me eleqedar dikin da li cem me bû û ez van hewlên wan teqdîr dikim, memnûn im. Ligel vê ji ber helwesta mixalefeta sereke ya ku berdevkiya FETO, PKK û hemû rêxistinên terorê dikir, wek firsendê êrîşên bi nakokî dikir jî ez li ber xwe ketim, dibê vê bêjim."
Di cewaba rexneyên CHPê de jî wiha axivî:
"Vê zêhniyeta ku radibe şexsê min bi faşîstî û dîktatoriyê diwesifîne, hewaleyî miletê xwe dikim. Heke li vî welatî dîktatorî hebûya te dikaribû li meydana Tekirdagê wisa xeber bidî... Wê tu bigirtana bibirana. Bê henek. Li ciyê dîktatorî hebe nikarî wisa xeber bidî. Wê demê ne serokê te yê giştîA ne jî te dikaribû wisa xeber bida."
Der barê nûkirina Navenda Çandê ya Ataturk ya li Taksimê de jî wiha şirove kir:
"Ya berê ji xwe xerabe bû, ji bo erdhejê qewîn nebû, em wê hildiweşînin şûna wê navendeke çandê ya modern çêdikin. Odeya Endezyar û Mîmaran e çi ye hankêva li dijî vê derket. Tu çi dikî bike nikarî bidî sekinandin. Hûn li hember li vir jî derketin, li wir jî derketin, lê me çêkir. Axa û bagên we jî hatin li van deran? Hatin. Binêrin em niha li vir bi ewladên rastîn ên li vî welatî ra van civînan dikin."