12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
ANKARA
Berdevk û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê serlêdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Rûsyayê de wiha got: "Di hevdînên navbera herdu serokan de pêwendiyên dualî di serî de wê li ser mijarên Sûriye, meseleyên herêmî û navneteweyî bê axaftin."
Kalin di daxuyaniya xwe ya nîvîskî de bibîr xist ku Serokomar Erdogan wê di navbera 13 û 15ê mijdarê de Rûsya, Kuweyt û Qeterê ziyaret bike.
Kalin got Erdogan li ser vexwendina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ewil wê here Soçiyê û wiha dewam kir: "Di hevdînên navbera herdu serokan de peywendiyên dualî di serî de wê li ser mijarên Sûriye, meseleyên herêmî û navneteweyî bê axaftin."
Ji bo hevdîtina Erdogan û Mîrê Kuweytê Şêx Sabah El Cabir El Ehmed El Sabah jî Kalin got ewê der barê bazirganiya di navbera herdu welatan û veberhênanan de biaxivin û wiha pê de çû: "Ji bo ku eleqeya welatiyên Kuweytê li welatê me li ser veberhênan, bicîhbûn û turîzmê zêdetir be wê li ser derfetan bê axaftin. Di qada leşkerî, parastin, perwerdehî, çand, konsolxaneyê û yên din de ji bo hevkariyê wê bê axaftin û di hin qadên cuda de peyman wê bên îmzekirin."
Berdevk Kalin got piştî Kuweytê Serokomar Erdogan wê here Qeterê û li wir hin hevdîtinan bike û beşdarî 3yemîn Civîna Komîteya Statejîk a Bilind a Tirkiye-Qeterê bibe.
Kalin anî ziman di van ziyaretan de hemû têkiliyên Tirkiyeyê yên dualî wê bên nirxandin û wiha dewam kir: "Geşedanên li Sûriye, Iraq û herêma Tengavê, mijarên herêmî wê bên axaftin."