Fatih Gazioğlu
09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak wiha got: "Me dît kesên îdia dikirin ku li herêmê xizmetê dikin ka çawa gel xapandine. Hemû Tirkiyeyê ev tişt dît."
Wezîr Albayrak li Diyarbekirê li otelekê beşdarî fitara nûnerên saziyên civakî yên sivîl û karsazan bû.
Albayrak piştî fitarê daxuyaniyek da rojnamevanan û got ji parkan heta rêyên bajêr li Diyarbekirê gelek guherîn çêbûye û wiha axivî:
"Em ê hê jî bikin. Ev bajar wê bibe diyarê hizûrê înşallah. Diyarbekirê qalikê xwe şikand. Diyarbekirê 24 hezîranê were ciyekî hê baştir. Siyset ji bona gel tê kirin. Li ser daxwazên gel tê kirin. Siyasetmedar jî ji bona çareserkirine pirsgirêkan dixebitin. Lê mixabin ev çend sal e me dît kesên îdia dikirin ku li herêmê xizmetê dikin ka çawa gel xapandine. Hemû Tirkiyeyê ev tişt dît. Diyarbekir Parîsa Rojhilatê bû. Ma Diyarbekir van tiştan heq dike? Lê şikir qeyûmên me baş dixebitin, gelek park çêkirine û ciyên dîrokî restorê kirin. Me ev xizmetên baş ji nêz va dîtin."
Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker û Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu jî di bernameyê da axivîn.